Gardiyanên mêr li qawîşan geriyan: Jinên girtî derb kirin û avêtin hucreyan

ÊLIH - Hat diyarkirin ku, li Girtîgeha Tîpa C a Tarsûsê gardiyanên mêr ji bo lêgerînê bi ser qawîşên jinan de girtine. Jinên ku li dijî bertek nîşan dane, ji aliyê gardiyanan ve hatine derbkirin û paşê jî cezayê dîsîplînê li wan hatiye birîn û ew xistine hucreyan.

Li Girtîgeha Tîpa C a Tarsûsa Mêrsînê girtiya bi navê Berivan B. bi riya telefonê li xwişka xwe Afiye Savaş geriya û binpêkirinên mafan ên li girtîgehê ragihandin. Li gor vegotinên Berivan B., gardiyanên mêr bi ser qawîşên jinan de girtine û li kincên wan geriyane. Ji ber jinên girtî li dijî vê bertek nîşan dane, gardiyanan ew derb kirine. Li gelek girtiyan cezayê hucreyê hatiye birîn. Li qawîşên 30 kesî 75 kes tên ragirtin û li ser nivînekê 3 kes radizên.

Xwişka Berivan B., Afiye Şavaş anî ziman ku binpêkirinên mafan zêde bûne û wiha got: "Li gel vana hemûyan jî Weîzrê Dadê dibêje 'Li girtîgehan binpêkirina mafan tune ye.' Heke sepandinên dermirovî tune bin, çima destûrê nadin heyetên ku ji bo lêkolînên li girtîgehan ji Ewropayê hatin."

‘AVA GERM NAYÊ DAYÎN'

Savaş, diyar kir ku li girtîgehê pirgirêka ava germ heye û wiha domand: "Girtî ji neçarî mehê carekê serê xwe dişon. Ji ber xwarinên girtîgehê li gelk girtiyan tansiyon û nexweşîna şekir peyde bûye. Hin girtî ji bo fêm bikin ka pirsgirêk ji ber van xwarina ye yan na, demekê xwarin nexwarine. Kesên xwarinê naxwin gotine piştî wan nexweriye nerihetiyên bi vî awayî peyde nebûne."

CEZAYÊ HUCREYÊ LI GIRTIYAN DIBIRIN

Savaş, da zanîn ku ji ber girtî li dijî lêgerîna gardiyanên mêr derketine hatine derbkirin û wiha axivî: "Cezayê hcureyê li xwişka min û gelek girtiyên din birîne. Ev 3 meh e em nikarin jib o hevdîtinê biçin girtîgehê. 8 meh cezayê hevdîtinê yê din lê birîne. Ev hemû muameleyên kêfî ne. Hewadarî û aktivîte jî qedexe kirine. Kantîna wan girtî ye û nahêlin em ji derve jî eşya û xwarinê ji wan re bibin. Em kincan dişînin, lê nadin wan. Em bi riya postexaneyê name û eşya ji wan re dişînin, potexaneya vir dibêje eşya çûne, lê dertê holê ku li wir name û eşyayan nadin wan."

Têkildarî mijarê em li girtîgehê geriyan. Ji îdareya girtîgehê rayedarek der barê pêkûtiyên gardiyanên mêr de wiha got: "Tiştekî wisa tune ye. Heke hebe jî dikarin li dozgeriyê gilî bikin."