Ji her 10 kesên ku dibêjin 'Na', 8 jê newêrin nêrînên xwe vebêjin

ENQERE - Ji ber pêkûtî û çewisandinan, mirov bi awayekî aşkere nikarin nêrînên xwe yê der barê referandûmê vebêjin. Li OSTÎM'ê me ji gelek kesan nêrîna wan a der barê referandûmê pirsî. Ji her 10 kesên ku dibêjin "Na", 8 jê newêrin ji çapemeniyê re nêrîna xwe vebêjin.

Mirovên ku dê 16 roj şûn de biçin ser sindoqan, hîn jî bi awayekî rihet nikarin tercîhên xwe vebêjin. Me xwest em berê xwe bidin qada jîngehê, guhdariya pirsgirêkên kedkaran bikin û nêrîna wan a referandûmê bipirsin. Li Herêma Sanayiya Organîzeyê (OSTÎM)ê, gelek kes ditrisin ku nêrînên xwe vebêjin.

Gelek kes bi awayê aşkere newêrin nêrînên xwe vebêjin û hin kes jî dema nêrînên xwe vedibêjin naxwazên dîmenên wan bên kişandin. Gelek kesên ku dema kamera girtîne diyar dikin ku ew ê dengê "Na"yê bi kar bînin û wiha dibêjin: "Ji xwe li ser sindoqê ez ê tercîha xwe bikim, lê ne hewce ye ku mirov eşkere bike. Ez ê dengê 'Na'yê bi kar bînim. Di hundurê min de li dijî van pêkanînan gelek tişt hene. Lê ez ê çawa vana bidim der, heke bibêjim ez ê li tu deverên Enqereyê nikarim bixebitim." Kedkarekî din jî dibêje "ma we kesekî din ku hûn serê wî têxin belayê nedît" û tîne ziman ku dema ew tercîha xwe vebêje dê ji bo wî nebaş be.

Her wiha, kedkarekî din ê diyar kir ku ew ê dengê xwe bi kar bîne jî wiha got: "Qethiyen ez niakrim vê bi we re parve bikim, gidî gidî min nekişînin. Ez karmend im, lê ji mecbûrî di karekî din de jî dixebitim. Heke min wisa bibînin dê min ji karmendiyê bavêjin."

Lê kesên dibêjin "Erê" bi awayekî rihet nêrîna xwe tînin ziman. Hin ji wan nîşana Rabîayê dikin û pirsa ji bo çi hûn dibêjin "Erê" bêyî ku daxilî naveroka referandûmê bibin bi gotinên "Gef li welatê me tên xwarin, ji ber wê em dibêjin 'Erê'" dibersivînin.