ŞIRNEX - Li Şirnex û navçeyên wê, ji bo kesên ku di dema qedexeya derketina kolanan de bi darê zorê hatin koçberkirin dengê xwe bi kar xebatên hatin birêvebirin li ber qedandinê ne. Hevserokê HDP'a Şirnexê Zekî Îrmez da zanîn ku, wan malbat tespît kirine û ji bo hilbijartinê jî hemû muşahîdên xwe yên ser sindoqan diyar kirine.
Bi nêzîkbûna referandûma 16'ê Nîsanê re, li ser ewlehiya sindoqan û kesên derveyî cihên lê qeydkirî ne xebatên HDP û DBP'ê berdewam dikin. Li navenda Şirnex û navçeyên wê yên di dema qedexeyê de bi hezaran kes bi darê zorê koçber bûn jî xebat hatin asta dawîn. Hevserokê HDP'a Şirnexê Zekî Îrmez der barê ewlehiya sindoqan û xebatên der barê dengdayîna malbatên ji bajêr bi zorê hatine koçberkirin axivî.
JI BO MÛŞAHIDIYA SINDOQAN BANGAWAZÎ
Îrmez dest nîşan kir ku, dê referandûm di pêvajoyeke gelek zehmet de bê çêkirin û xebatên wan ên referandûmê bi taybetî li herêma Botanê zêdetir tên astengkirin. Îrmez ragihand ku, dê li tevahiya Şirnexê bi giştî 805 sindoq werin danîn û wan piraniya muşahid û peywirdarên sindoqên xwe diyar kirine. Îrmez anî ziman ku, tenê li bajarokên girêdayî navenda Şirnexê kêmasiya muşahîdan hene û wiha axivî: "Ji bo vê jî xebatên me berdewam dikin. Li her navçeyê 3-4 berpirsyarên giştî yên sindoqan jî hatine diyarkirin. Ji bo muşahidiyê her kes dikare serî li me bide."
Îrmez diyar kir ku, ji bo dengên şaş neyên bikaranîn jî ew ê vê hefteyê dest bi perwergehiya muşahîdên xwe bikin. Her wiha Îrmez da zanîn ku, ji bo roja hilbijartinê pirsgirêk dernekevin ew ê bi parêzerên girêdayî Baroya Şirnexê re jî hevdîtinê çêbikin."
'MALBATÊN KOÇ KIRINE TÊN TESPÎTKIRIN'
Îrmez anî ziman ku, ew ji bo malbatên di dema qedexeya derketina li bajêr de ji mecbûrû li gundên derdorê bi cih bûne û derketine derveyî bajêr jî xebatan bi rê ve dibin û der barê xebatan de ev agahî dan: "Bi taybetî jî kesên koçî gund û bajarokan kirine em ê bi wesayîtan binîn navendê û dê dengên xwe bi kar bînin. Gelek malbatên koç kirine hatine tespîtkirin. Mînak li Cizîrê 2 hezar malbat hatine tespîtkirin. Ji bo kesên derveyî bajêr, xwendekar û xebatkaran jî xebatên me didomin."
'BILA HER KES SERÎ LI RÊXISTINÊN ME BIDIN'
Îrmez di dawiya axaftina xwe de jî got, hemû kes dikarin serî li avahiyên DBP û HDP'ê bidin da ku li cihê qeydên wan ên hilbijartinê hene deng bikarbînin û ev tişt gotin: "Kesên li derveyî bajêr in ji bo dengê xwe yên li Şirnexê bi kar bînin dikarin serî li rêxistinên me bidin. Divê her kes biçe ser sindoqan û dengê xwe bi kar bîne. Her kes bila bizanibe ku dê gelê Botanê bi deng û rengê xwe di hilbijartina referandumê de bi ser keve."