DÎLOK- Yek ji şahidên jiyana Ocalan, Sevîm Çapan a ku ji gundê Cîbinê ye. Çapan, behsa wan salên ku Ocalan li dibistana gundê wan dixwend kir û wiha got: "Ji bo pêlavên wî neqetin pêlav ji lingên xwe derdixist û dixist bin çêngên û dihat. Pênûsê xwe dikir 3 perçe, li hevalên xwe parve dikir û li dersê dixebitî."
Li Gundê Amarayê ku Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan lê ji dayik bûye, hîn li gund ji aliyê gelek kesên ku bi Ocalan re jiyane bîranên wî tine vegotin. Ji ber ku li gundê Amara yê Xeleftiya Rihayê dibistan tune bû, Ocalan dibistana seretayî li gundê Cîbinê xwendiye. Ocalan her sibe bi piyan rêya 30-35 deqîqeyî dimeşiya û diçû dibistanê. Yek ji kesên bûyî şahidê jiyana xwendekariya Ocalan, Sevîm Çapan e. Çapan xelkê gundê Cîbinê ye. Birayê Çapan û Ocalan bi hevdu re li heman dibsitanê xwendine.
Çapan, ji Amarayê çûnhatina Ocalan a ji bo gundê Cibînê ku lê dibistan dixwend bi bîr xist û wiha got: “Abdullah bi peya dihat dibistanê. Ji bo ku pêlavên wî neqetin pêlav ji piyê xwe derdixist û dixist bin çengên xwe. Abdullah zarokê malbateke xizan bû."
Çapan diyar kir ku wan salan ew zarok bû, tişta tê bîra wê parduseyek dirêj û reş yê Ocalan û wiha behsa bîranîneke din kir: "Rojek berf bû hatin mala me ji bo li dersê bixebitin. Destnimêja xwe girt û nimêj kir. Pênûsên wan tunebû. Tenê pênûsek hebû. Ew pênûs kir 3 parçe û wisan li dersê xebitîn.”
‘100 LIB FISTIK DA BI PÊNUSEKÎ’
Çapan anî ziman ku pereyê bavê Ocalan ê ku pênûsekî jêre bikire tune bû û wiha domand: “Rojekê Abdullah hat mala me, pênûsa wî tune bû. 100 lib fistiq dan min û min bir dikana Nuriyê Kor û pênûsek jê re anî. Min 100 lib fistiq dan bi pênûsek risas. Piştî ku Abdullah ji bo xwendinê çû derve, min êdî ew nedît.”