Operasyonên Sûr û Nisêbînê bi rêve bir wekî fermandarê rêveberiya awarte hat tayînkirin

AMED - Fermandarê 7'emîn Qoloruyê ya Amedê Îbrahîm Yilmaz ê operasyonên li Sûr, Nisêbîn û Farqînê bi rêve bir û bi sedan kesan jiyana xwe ji dest da ji aliyê Konseya Sulhê ya Welat ve wekî "Fermandarê Rêveberiya Awarte ya Amedê" hatiye tayînkirin. Yilmaz ê ji ber hewldana darbeyê hat girtin diyar kir ku ji ber operasyonên ku kiriye wekî fermandarê rêveberiya awarte hatiye tayînkirin.

Fermandarê 7'emîn Qoloruyê ya Amedê Îbrahîm Yilmaz ê ji yekîneyên leşkerî yên li Amed, Riha, Mêrdîn û Êlihê berpirsyar e ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Amedê ve di çarçoveya lêpirsîna ku ji bo hewldana darbeyê ya 15'ê tîrmehê tê meşandin de bi hinceta hewldana darbeyê hat girtin. Yilmaz ê yi Amedê di 27'ê Tîrmeha 2016'an de hate girtin bi KHK'ê ve hate îxrackirin. Di îdianameya ku ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Amedê ve hatiye amadekirin û 8'emîn Dadgeha Cezaya Giran a Amedê qebûl kir de der barê Yİlmaz û Fermandarê 16'emîn Tugaya Mekanîzeyê Tuggeneral Savaş Beyrîbey de 3 caran cezaya muebeta girankirî û heta 15 salan ceza tê xwestin.

'BI AWAYEKE AKTÎF DI NAVA HEWLDANA DARBEYÊ DE CIH GIRT'

Dozger di îdianameyê de got ku Konseya Sulhê ya Welat a ku hewldana darbeyê ya 15'ê Tîrmehê bi rêve bir, di belgeya ku şeva darbeyê ji Amedê re şand a bi navê "Tevgera Birûsk" de dibêje ku Îbrahîm Yilmaz "Fermandarê Rêveberiya Awarte ya Amedê" Savaş Beyrîbey jî wekî "Alîkarê Fermandarê Rêveberiya Awarte ya Amedê" hatine peywirdarkirin. Dozger di îdianameyê de got ku Yilmaz li gorî şeklê derbeyî helwesta xwe diyar kiriye, sekiniye û piştgirî daye darbekaran, 3 efseran di îfadeyên xwe de gotine, ew ketine gumanê ku Yilmaz darbekar e. Dozger got ku Yİlmaz bi awayeke aktîf di nava hewldana darbeyê de cih girtiye.

'OPERASYONÊN LI SÛR, FARQÎN Û NISÊBÎNÊ MIN PÊK ANÎ'

Îfadeya Îbrahîm Yilmaz a di îdianameyê de cih digire jî wiha ye: "Li herêma ku ez lê me 2 sal in di serî de Opersayona Penabenar a bi Şert a Pirsûsê, bûyera 6-12'ê cotmehê ya li navenda Amedê, di 21'ê Sibatê de îcrakirina Operasyona Şah Firatê, ji tebaxa 2015'an pêve operasyonên li Amed, Mêrdîn, Êlih, Rihayê min bi rêve bir. Me operasyonên li 4 herêman pêk anî. di mijdara 2015'an de yekem car me li Farqînê bi leşker û polîsan re operasyona hevpar pêk anî. Di 19'ê kanûnê de li Sûrê me operasyon pêk anî. Di 14'ê adarê de li Nisêbînê me operasyon pêk anî. Di 23'yê hezîrenê de me li Licê operasyon pêk anî. Ji ber van operasyonên me dibe ku Konseya Sulhê ya Welat a qaşo ev peywid daye me û bi vî re ez difikirim ku du planên wan hebû. Ya yekemîn wekî Serfermandarê Giştî yê Artêyê min bê bandor bikin û peywirê bidin qebûlkirin ya duyemîn jî ger ku ev hewldan bi ser nekeve jî bêîtibar bikin."

HILWEŞÎNA DI OPERASYONA YILMAZ BI RÊVE BIR DE DI RAPORÊN NY'ê DE JÎ CIH GIRT

Fermandarê Milê 7'emîn ê Artêşê Korgeneral Îbrahîm Yilmaz ku ji aliyê Konseya Sulha Welat (Yurtta Sulh Konseyi) ve wekî “Germandarê Rewşa Awarte ya Amedê" hat dayînkirin, piştî operasyon û qedexeyên li navçeyên Sûr, Farqîn, Nisêbînê yên hatin îlankirin, operasyonên leşkerî pir giran bi encam bû. Li van bajarên ku binpêkirinên mafên mirovan bi giranî pêk hat û çekên giran ên wekî tang û topan hatin bikar anîn, bisedan mirovan jiyana xwe ji dest dan. Bi hezaran xani hatin xerakirin. Bi hezaran kargerî hatin xerakirin û wêrankirin. Bi sed hezaran mirov ji cih û warê xwe koç kirin. Ev xerabûn û wêrankirina li bajaran pêk hat û mirinên li herêmê di raporên saziyên sivîl ên civakî de hatin dîtin. Dîsa di rapora Komîsyona Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbîyî (NY) ku di navbera tîrmeha 2015'an û kanûna 2016'an de li bajarên ku hatin hilweşandin û mirov lê hatin kuştin ji 25 rûpelan amade kirin de derket holê. Di raporê de de hat diyar kirin ku di operasyonên leşker û polîsan de hilewşînên giran û binpêkirina mafên mirovan çêbû."

NY: ŞÛNWAR HATIN WÊRANKIRIN BINPÊKIRINÊN MAFÊN MİROVAN PÊK HATIN

NY'ê di raporê de diyar kir ku divan operasyonan de 800 leşker û polîs jî di navde 2 hezar mirovan jiyana xwe ji dest da. Raprê diyar kir ku 'Di van operasyonan de binpêkirinên mezin ên mafên mirovan pêk hatin'. Di raporê de cih da şahid û dîmenên uyduyê û hat diyar kirin ku li 30 bajar û şûnwaran ji ber çekên giran hatin bikar anîn, 500 hezar kurd ji ber operasyonan ji cih û warên xwe mahrûm man. Di rapora NY''ê de wiha hat got: "Hat tespîtkirin ku rayedaran li herêmê çekên zêde û hêza zêde bikar anîn. Ji ber çekên giran bikar anîn gelek mirov hatin kuştin. Li şûna têkildarî kuştinan lêpirsînê vekin, kesên hatin kuştin wekî kesên tev li rêxistina terorê bûne sucdar kirin. Li hemberî malbatên van kesan zext zêdetir kirine." Di raporê de hat zanîn ku heyetên NY'ê yên venêrtinê dikin li gel ku salekê hewl dan biçin herêmê nekaribûn biçin û nekarîbûn li hema bajarên kurdan lêkolîn bikin.