STENBOL - 21 rojnamegerên ku ji doza "Lêpirsîna Medya Cemaeta Gulen" dihatin darizandin derketin pêşberî dadgehê. Ligel heyeta dadgehê biryara tahliyeyê da Dozgeriya Komarê ya Stenbolê dîsa der barê 13 kesan de biryara binçavkirinê da û bertana 8 kesan jî li dadgeha bilind îtîraz kir.
Ji doza 'Lêpirsîna Medya Cemaeta Gulen rûniştina doza 21 rojnamegeran li 25'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Stenbolê hat dîtin. Heyat dadgehê der barê 21 kesan de biryara berdanê da. Lê dozgerê komarê yê stenbolê der barê 13 kesan de biryara binçavkirinê da û ji bo 8 kesan jî li dadgeha bilind îtîraz kir. Piştî dozger der barê 13 kesan de biryara binçavkirnê da beyî serbest bên berdan dîsa hatin binçavkirin. Daxwaza dozger a ji bo 8 kesan jî ji aliyê 26’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Stenbolê ve hat qebûlkirin û dîsa der barê 8 kesan de biryara girtinê hat dayîn.
Heyeta dadgehê der barê rojnameger Ahmet Memiş, Bayram Kaya, Cemal Azmi Kalyoncu, Cuma Ulus, Habip Guler, Halil Îbrahim Balta, Hanım Buşra Erdal û Muhammed Said Kuloglu de biryara berdanê da. Lê li ser îtîraza dozger 26'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Stenbolê dîsa biryara girtinê da.
Dîsa dozgerê komarê ji 21 kesan der barê 13 kesan de biryara binçavkirine da. Rojnameger Gokçe Firat Çulhaoglu, Yakup Çetin, Bunyamin Koseli, Cihan Acar, Abdullah Kiliç û Oguz Usluer, Ali Akkuş, Atilla Taş, Huseyin Aydın, Murat Aksoy, Mustafa Erkan Acar, Seyid Kiliç û Yetkin Yıldız de biryara binçavkirinê da.