NAVENDA NÛÇEYAN - Nivîskarê Rojnameya Rojeva Medya Ahmet Aktaş di qunçiknivîsa xwe ya îro de li ser polîtîkayên Serokomarê Tirkiye Tayyip Erdogan û encama wê rawestiya. Aktaş, anî ziman ku planên Erdogan ên li Rojava bi avê deçûye.
Nivîskarê Rojnameya Rojeva Medya Ahmet Aktaş, di nivîsa xwe ya îro de têkildarî polîtikayên Recep Tayyip Erdogan diyar kir ku polîtîkayên wî û planên wî bi avê de çûne. Aktaş, anî ziman ku Erdogan ket pey pirêzeya osmaniyan, xwest bibe serpereştê heman welatan û wiha got: "Erdogan xwest bibe padîşah an împarator, lê ev xeyal û mirazê wî di qirika wî de ma. Ew plan û projeyên wî yên vê xeyalê, hinek li Başîqa ber ava Dîcle çû, hinek jî li Minbicê kete ber ava Firatê çû. Niha bi tenê Tirkiye maye."
Aktaş, wiha got: "Heke ev jî di referandûmê de ji dest neçe! Zemanekî got; ‘Ez ê bi hemû dewletên cîran re bibim dost’. Heta bi gelekan re bi malbatî jî xwe nêzikî hev kir. Lê pîştî çend salan bi hemûyan re bû neyar. Di vê sala dawîn de dîsa got; ‘Ez ê polîkaya pirdostayî bidim meşandin’ û ji bo vê jî berda Davutoglu yê pepûk, şûna wî Bînalî anî. Ji bo qebehetên xwe pîne bikin, çû ber lingên gelek dewletan. Siyaset û dîplomasiya wan ew qas riziyaye, êdî pîne nagire. Gelek hêviya xwe dabû ser sererastkirina têkiliyên xwe û Rûsyayê. Heta niha hîn Rûsyayê qedexeya li ser bacanan jî ranekeriye. Ji bo destwerdana Mertalê Firatê, serokê Komîsyona Karên Navneteweyî yê parlamena Rûsyayê Konstantin Kosaçev got; jixwe çûna wan a xaka Sûriyeyê ne meşrû bû, baş bû ku dawî li destwerdana xwe anîn."
Aktaş, di berdewama nivîsê de anî ziman ku jixwe desthilatiya AKP’ê jî nakok e li gel Rûsyayê û wiha lê zêde kir: "Ji ber ku dibêjin “Rûsya jî hewl dide Kurdistaneke serbixwe were avakirin û xwe bigihîne sînorê Behra Spî da ku bikare gaza xwezayî û petrolê bifiroşe cîhanê” û hwd. M. Alî Şahîn piştrast dike û dibêje; ji bo ku Kurdistana Mezin neyê damezirandin, pêngava Mertalê Firatê dan destpêkirin! Ê baş e, li gel HSD’ê têkiliyên her du dewletan jî berovajî yên Tirkiyeyê ne. Her du dewlet û hinek dewletên din jî siyaset û têkoşîna HSD’ê rastir dibînin. Rûsya li milê kantona Efrînê baregehên xwe ava dikin û alîkariya hêzên HSD’ê dikin."
Aktaş, bilêv kir uk li Minbicê û kantona Kobanê û kantona Cizîrê jî, Amerîka heman kar û hevalbendiyê li gel hêzên HSD’ê dike û wiha got: "Hêviyeke wan ji Trump hebû, lê Xwedê dizane ew jî ber avê diçe. Roja pêncşemê Wezîrê Karûbarê Derve yê Amerîkayê Rex Tillerson û nûnerê berê yê Obama, McGurk hatin Tirkiyeyê. Li gel Çavuşoglu civîna çapemeniyê li dar xist, ji axaftinan hat fêmkirin ku civîn ne li gorî dilê AKP’ê bûye û wekî wan dixwest pêk nehatiye. Civîna Bilind a dewletên ereb li Ûrdunê, li cem “dostê” wî Melîk Ebdullah pêk hat. Lê mixabin vî dostê wî jî pişta xwe da wî û biryar da ku bibêjin bila dewleta tirk ji erdên ereban derkeve! Hêviyeke wan a din jî li Başûr hebû. Li gel hêzên PDK’ê, êw ê êrîşî Şengalê bikirana. Jixwe li ser vê planê ajotin ser Xanesorê. Eger li vir bi ser biketana, dê paşê êrîşî Mexmûr û Qendîlê bikirana."
Aktaş, herî dawî wiha got: "Dewleta R.T. Erdogan jî paralelî wan bi hêzên hewayî û heta hêzên erdê jî êrîş dibir. Lewma S. Soylu digot “Em ê heta serê nîsanê wan xelas bikin!” Niha bi tenê ma ku di referandûmê de dê çawa bi ser bikevin? Li gorî anket û çavdêr dibêjin, NA bi ser dikeve. Li ser vê encamê, yan bi hemû terora dewleta xwe ya li hundir û li derve, ya neyînî û aşkera xwe bi ser dixin an jî referandûmê dide rawestandin. Şêwirmendê kevn ê Pentagonê û akademîsyen M. Rubin, dibêje; êdî R.T. Erdogan ditirse ku Riza Zarab hemû diziya wî aşkera bike. Piştî cîgirê Midûrê Giştî yê Halkbankê M.H. Atîlla li Amerîkayê hat girtin, hîn pirtir tirsiyaye û pirtir hêrs dibe. Her wiha li ser pirsgirêka kurdan jî, dibêje ‘êdî bêyî Ocalan û PKK’ê çareserî nabe’. Êdî tu dizanî R.T. Erdogan! ‘Ya ji kerê, ya ji perê.’ Divê tu yekê bipejirînî!"