AMED - Strana referandumê ya HDP'ê ya "Bêjin Na" piştî Şirnex û Wanê li Amedê jî hat qedexekirin.
Stara referandumê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a "Bêjin Na" piştî walîtiyên Şirnex û Wanê ji alilê Walîtiya Amedê ve jî hat qedexekirin. Walîtiyê di teblîgata ku ji rêxistinên HDP'ê re şand de hate gotin ku pêyvên stranê li dijî 3 madeyên Qanûna Bingehîn e û di rewşa aramî û ewlehiyê de dê bibe sedema înfialê.
Li aliyê din hate gotin ku dê der barê kesên ku stranê bi kar bînin de lêpirsîn bê destpêkirin.