AMED - Xebatkarê Rojeva Medya û Ozgurlukçu Demokrasî Ahmet Boltan li Taxa Gaziler ya Peyasa Amedê dema rojname belav dikir ji aliyê polisan ve hat binçavkirin.
Rojnameger û xebatkarê Rojnameya Rojeva Medya û Ozgurlukçu Demokrasî Ahmet Boltan, dema li semta Gazîler a Navçeya Peyasa Amedê rojname li aboneyan belav dikir, ji aliyê polîsan ve bêyî hincet nîşan bide hat binçakirin. Polisan rojname desteser kirin. Nehat zanîn ku Boltan birin kijan qereqolê. Sedema binçavkirina Boltan jî nehat zanîn. Îro Serokomar Tayyip Erdogan tê Amedê û beriya hatina Erdogan tedbîrên mezin hatine girtin. Binçavkirina Boltan a beriya hatina Erdogan bal kişand ser xwe.