Rojnameger Keleş her tim bû hedef

WAN - Nûçegihanê me Selman Keleş ê ku wêneyên ji bo nûçeyan hatine kişandin wekî hêmayên sûc hate nîşandan û bi îdiaya "endamê rêxistinê ye" hat girtin di nava 5 salên nûçegihaniya xwe de gelek caran bû hedefa polîs û komên nijadperest.

Nûçegihanê me Selman Keleş ê ku di 20'ê Adarê de li Wanê hate binçavkirin û wêneyên ji bo nûçe kişandine wekî hêmayên sûc hatin dîtin û bi îdiaya "endamê rêxistinê ye" hate girtin. Keleş ê ku 5 sal in rojnamegeriyê dike û gelek nûçe çêkiriye gelek caran bû hedefa polîs û komên nijadperest.

Keleş ê ku dema li Zanîngeha Ataturkê dixwand ji bo rojnameya Evrenselê nûçe çêkir û dest bi rojnamegeriyê kir di dawiya 2013'an de li Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê (DÎHA) ya bi Biryarnameya di Hikmê Qanûnê de (KHK) hate girtin dest bi xebatê kir. Keleş li zanîngehê û li girtîgehan binpêkirinên mafan, êrîşên nijadperest ên li dijî xwendekarên kurd û muxalîf û gelek nûçeyên li ser jiyana civakî çêkir.

BÛ HEDEFA POLÎS Û NIJADPERESTAN

Keleş ê dema rojnamegerî dikir li zanîngehê gelek caran bû hedefa nijadperestan û di 11'ê Hezîrana 2014'an de dema ku êrîşa nijadperestan a li dijî xwendekarên kurd dişopand ji aliyê polîsan ve hate derbkirin û hate tehdîdkirin.

Beriya hilbijartinên 7'ê Hezîrena 2015'an li Erziromê di 4'ê nîsanê de mîtîga ku li Erziromê dê bihata lidarxistin Keleş şopand û dîmenên ku ajakorê wesayîta HDP'ê ya bi wesayîtê re hate şewitandin ji raya giştî re ragihand.

LI WANÊ JÎ BERDEWAM KIR

Keleş ê di 2015'an de derbasî Wanê bû di 29'ê tîrmeha 2015'an de li taxa Xaçortê dema ku nûçe dişopand rastî heqereta polîsan hat. Polîsan nehiştin Keleş dîmen bikişîne û kamera û wênekêşa wî hate desteserkirin, dîmen û wêneyên ku kişandiye hatin desteserkirin.

BI GULEYA GAZÊ BIRÎNDAR BÛ

Keleş ê dema ku di 27'ê Tebaxê de li taxa Karşiyaka ya navçeya Rêya Armûşê ya nûçe dişopand, di bûyerên ku derket de ji guleya bombeya gazê ya polîsan ve hate avêtin birîndar bû.

Dîsa di 21'ê cotmmehê de li taxa Karşiyaka ya navçeya Rêya Armûşê polîsan destur nedan meşa ku HDP û DBP'ê xwest li dar bixe, gelek kesên ku di nav de Keleş jî heye bin çav kirin.

'ÇIMA NATIRSIN'

Keleş di mehên destpêkê yên 2016'an de derbasî navçeya Geverê ya Colemêrgê bû û li vir jî hate binçavkirin û gelek caran hate tehdîdkirin. Keleş di 5'ê tebaxê de li taxa Ormanê dema ku dîmen dikişand bi hevalê xwe yê rojnameger Îdrîs Yilmaz re hate binçavkirin li vir bi gotina "Hûn çima natirsin, di demên dawî de rojnamegerên ku hatine girtin, ji bo ku hûn bitirsin têrê nake" ji aliyê polîsan ve hate tacîzkirin.

Keleş ê di 29'ê cotmehê de li Mîksê nûçe dişopand hate rawestandin û ji kontrola nasnameyan hat derbaskirin. Keleş û hevalê wî yê nûçeyagihan bi gotina "Ev der herêma bi rîsk e. Li vir bêyî ji me destur bê girtin hûn nikarin dîmen bikişînin. Êvarê li vir dernekevin derve, ger dekevin jî agahî bidin me. Ger ku tiştek bê serê we berpirsyar ne em in" ji aliyê polîsan ve hatin tehdîdkirin.

HIN NÛÇEYÊN KU KELEŞ JI RAYA GIŞTÎ RE RAGIHAND

Keleş bi nûçeyên xwe yên "Li TOKÎ'yan ranta bi milyonan" ve erdhejzedeyên li Wanê çawa tên şelandin; "Ji bo Otela Bayramê beramberî 5 milyon TL rapora xisar kêm e hatiye dayîn" ve bi beramberî pere û avahî rapora xisarê hatiye amadekirin; "Li emniyeta Erziromê îşkenceya ku xwîna mirov dicemîdîne" ve îşkenceya zayendî ya xwendekara jin a Zanîngeha Erziromê li emniyetê dîtiye; "Li ŞAredariya Westanê ya AKP'î nelirêtiya 14 trîlyonan" a ji 5 beşan pêk tê ve nelirêtiya li Şaredariya Westanê derxist holê. Keleş dîsa bi gelek nûçeyên ku binpêkirina mafan û pêkanînên qeyûmên hatin tayinkirin jî ji raya giştî re ragihand. Dîsa Keleş bi nûçeya xwe ya "Îşkenceya OHAL'ê kuşt" ve jî mirina Îhsan Aslan ê 15 rojan di bin çavan de ma û piştî ku derket 17 roj derbas bû jiyana xwe ji dest da jî ji raya giştî re ragihand.