EDENE - HDP’ê bang li her kesî kir ku tevlî mîtînga ‘Na’ yê dê di 8’ê Nîsanê de li Edeneyê bê li darxistin bibin.
Rêxistina HDP’ê ya Edeneyê di çarçoveya xebatên “Na”yê de li Otela Şîrîn Parkê civîna çapemeniyê li darxist. Endama MYK’ê ya HDP’ê Bedriya Yorgun û gelek nûnerên STK’ê tevlî civînê bûn. Yorgun diyar kir ku kesên ku xebatên “Na” didin meşandin rastî astengî û zextan tên û wiha got: “Ligel hemû astengiyan jî em ‘Na’yê birêxistin û mezin dikin. Em bang li her kesî dikin ku tevlî mîtîna ‘Na’ yê dê di 8’ê Nîsanê de li Edeneyê pêk bê bibin. Em ê li Qada Ugur Mumcu şahiya ‘Na’yê li dar bixin.”