STENBOL - Dayikên Şemiyê di hefteya 627’an de li qada Galatasarayê kom bûn û aqûbeta Talat Turkoglu yê di 1'ê Nîsana 1996'an de hat windakirin pirsîn. Dayikan diyar kirin ku heta aqûbeta windayan neyê ronîkirin dê jiyanek baş neyê vî welatî.
Dayikên Şemiyê bi boneya aqûbeta windayan bipirsin û kujer bên darizandin çalakiya xwe di hefteya 627'an de li Qada Galatasarayê berdewam kirin. Dayikên ku li Qada Galatasarayê kom bûn, wêneyên zarokên xwe hembêz kirin û qurnefilên sor danîn ser wêneyan. Dayikan pankarta “Fail diyar in winda li ku ne" vekir û dowîzên ku wêneyen windayan li ser vekirin. Di çalakiya vê hefteyê de Parlamenterên CHP'ê Sezgin Tanrikulu û Hilmi Yarici amade bûn. Di çalakiya vê hefteyê de aqûbeta Talat Turkoglu yê di 1'ê Nîsana 1996'an de hat windakirin pirsîn. Di çalakiyê de Birayê winda Cemîl Kirbayir Mikail Kirbayir diyar kir ku 30 sal şûnde qebûl kirin ku Cemîl fîrar nekiriye û di bin çavan hatiye windakirin. Kirbayir, anî ziman ku 6 sal derbas bû ku di bin çavan de hatiye windakirin, lê hêj îdîaname nehatiye amadekirin.
Parlamenterê CHP'ê Hîlmî Yarici jî anî ziman ku lêgerîna malbatan a edaletê 627 ye didome û wiha got: "Ger ku samîmî bûna qanûna bingehîn bi lez û bez wisa derbasî referandumê nedikirin. Dê rastiya Cizîrê aşkere kiribûna. Ger ku samîbû bûna dê akademîsyenên aştî xwestin îxrarc nekirina.
HETA AQÛBET RONÎ NEBE JIYENEK XWEK NAYÊ VÎ WELATÎ
Li ser navê malbata Turkoglu, Minure Turkogle jî ani ziman ku Talat Turkoglu ji ber nasnameya xwe ya siyasî hat windakirin û wiha got: "Heta ku aqûbeta windayan neyê ronîkirin dê jiyanek xwek neyê vî welatî. Ji bo aqûbet bê pirsîn divê lêgerîn û kedek hebe. "
Prz. Gulizar Tuncer jî anî ziman ku kesên bi zorê hatin windakirin dixwazin dosyayê wan bixin û wiha got: "Ji ber ku wekî sûcê mirovahiyê nayê dîtin dixwazin dosyayê gelekan ji holê rakin. Biryarên bê şopandinê didin dosyayan. Dixwazin hemû rêyên zagonî ji holê rakin."
Parlamenterê CHP'ê Sezgin Tanrikulu jî anî ziman ku êdî misqalek edaletê jî nemaye.
Li ser navê malbatan daxuyanî Leyla Havva Kaya xwend. Kaya, anî ziman ku 21 sal berê îro Talat Turkoglu hat binçavkirin û di bin çavan de hat windakirin û wiha got: "Di ser binçavkirinê re 21 sal derbas bûn. Lê hêj Talat Turkoglu winda ye. Dema em pirs dikin lêpisîna ku heqîqeta Talat ronî bike nayê kirin. Rê û îhtimala ronîkirin û darizandina faîlan bi destê darazê ji holê tê rakirin. Li ser navê edaletê tiştek nemaye. Turkoglu ji ber nasnameya xwe ya siyasî 4 caran hat binçavkirin û rastî îşkenceya giran hat. Bi salan di girtîgehê de ma. Talat Turkoglu her dem ji aliyê polîsan ve hat şopandin. Di 29'ê Adara 1996'an de dema ji bo dayika xwe ziyaret bike ji Stenbolê çû Edîrneyê. Polîsan heta ber deriyê mala wî ew şopand û di 1'ê Nîsana 1996'an de dema vegeriya Stenbolê polîsan ew binçavkirin û carek din agahî jê nehat girtin."
ŞAHID: CESET AVÊTIN MERÎÇÊ
Kaya, anî ziman ku di sala 1997'an de şahid û îtirafkarê bi navê Kasim Açik ku gelek caran tev li xebat û perwerdehiya tîmên taybet bûbû îtîrfa kir û got: "Talat Turkoglu birin Bajarê çadirî yê nêzî Edirneyê û li wir bi îşkenceyê kuştin. Ekîbê polîs û leşkerên di bin fermandariya Murat Yildrim (Yeşil) de îşkence li wî kirin û piştî kuştin ew birin avêtin çemê Merîçê. Li gel şahid û delîl hene jî têkildarî vê mijarê lêpirsîn nehatiye amadekirin. Me di 1'ê mijdara 1998'an de serî li DMME'ê da. DMM'ê di 17'ê Adara 2005'an de biryarek dirokî da û Tirkiye mahkum kir. Di 14'ê Nîsana 2016'an de Serdozgerê Komarê yê Edîrneyê Muhammet Açikgozoglu, li dijî zagon û hiqûqên navneteweyî biryar da û biryar da ku pêdivî bi lêpirsînê tune ye."
Kaya, anî ziman ku heta heqîqet derkeve holê dê têkoşîna xwe berdewam bikin û lêgerîna xwe ya ji bo dîtina Turkoglu berdewam bikin.