ÎHD’a Îzmîrê: Em behsa hêjmaran na behsa mirovan dikin

ÎZMÎR - ÎHD’a Îzmîrê bal kişand ser rewşa girityên nexweş û girtiyên di greva birçîbûnê ya 46 rojî de ne û wiha got: “Hûnê heta kengî li pêşberî mirina mirovan bêdeng bimînin. Em ji we re behsa hêjmaran nakin behsa mirovan dikin.”

Komeleya Mafê Mirovaan (ÎHD) a Îzmîrê derbarê rewşa girtiyên nexweş û grevên birçîbûnê yên li girtîgehan de li ber Konaka Sumerbankê daxuyaniyek da çapemeniyê. Rêveberên HDP’ê, Meclîsa Dayîkên Aştiyê, xizmên girtiyên di greva birçîbûnê de ne û gelek kes tevlî daxuyaniyê bûn. Di daxuyaniyê de pankarta “Bêdeng nebe, nebe şirîkê vî sûcî dimirin” hat hilawîstin. Daxuyanî ji aliyê Rêveberê ÎHD’ê Ahmet Çîçek ve hat xwendin. Çîçek, da zanîn ku girtiyên li Girtîgeha Şakranê ev 46 rojin di greva birçîbûnê de ne û rewşa wan ber bi xirabûnê ve diçe.

‘BERPIRSYAR RÊVBERIYA GIRTÎGEHÊ YE’
Çîçek, anî ziman ku li gorî agahiyên ji malbat, parêzeran tên û nûçeyên rojnameyan hesasiyeta tendirûstiyê nişanî girtiyan nadin û wiha got: “Zextan li girtiyan dikin, gefan li wan dixwin û zimanê dijminatiyê tê bikaranîn. Em ji vir bang li rayedaran dikin: Bila li gorî protokol Malta û Hevpeymana STenbolê ya Tirkiyeyê îmzekirî ye nêzî girtiyan bibin, ger tiştek bi girtiyan bê berpirsyar rêveberiya girtîgehê, dozger û doktorên girtîgehê ne.”

Çîçek, bal kişand ser girityê bi navê Mehmet Yildizbakan ê li Girtîgeha Îskenderunê beriya çend rojan jiyana xwe ji dest da û wiha axivî: “Ji ber pirsgirêkên tendirûstî 5 sal bû me daxwaza berdana Mehmet Yildizbakan dikir ligel cezayê wî qetiya bû jî ji ber astengiyên keyfî yên Wezareta Dadê nehat berdan. Em ê Yildiz bakan bi gotinên di dema serdanê wî de ji me re gotine bibîr bînin. Hevjîna, kur û bûka min em hemû di girtîgehê de ne. ‘ev ne dad bêdadî ye’. Em ji vir carek din bang li hikûmetê dikin. Hûnê heta kengî li pêşberî mirina mirovan bêdeng bimînin. Em ji we re behsa hêjmara na behsa mirovan dikin. Em behsa jiyana mirovên ku divê bên berdan lê nayên berdan dikin.”