'Mala wî şewitandin û li ber çavên zarokên wî îşkence lê kirin'

AMED - Xizmên Windayan û ÎHD'ê bi silogana "Bila winda bên dîtin û kujer bên darizandin" di hefteya 425'an de çalakiya xwe berdewam kirin. Endamê Komîsyona Windayan a ÎHD'ê Hasan Yolcu jî diyar kir ku leşkeran bi şevê bi ser mala Ateş de girtin û piştî mala wî şewitandin li ber çavên zarokên wî îşkence li wî kirine.

Xizmên Windayan û Şaxa ÎHD'ê ya Amedê bi boneya winda bên dîtin û kujer bên darizandin bi silogana "Bila winda bên dîtin kujer bên darizandin" di hefteya 425’an de çalakiya xwe li salona ÎHD'ê ya Amedê berdewam kirin. Di çalakiya vê hefteyê de wêneyê Serokê Baroya Amedê Tahîr Elçî ku li ber mînareya çar ling ji aliyê polîsan ve hat kuştin vekirin. Xizmên windayan û rêveberên ÎHD'ê tev li çalakiyê bûn. Dîsa endam û rêveberên KESK'ê jî amade bûn. Xizmên windayan di çalakiya vê hefteyê de aqûbeta Mîrza Atêş ê di 18'e adara 1994'an de li Parûsa Amedê hat windakirin pirsîn.

BILA DAXWAZÊN GIRTIYAN PÊK BÊ

Sekreterê Şaxa ÎHD'ê ya Amedê Abdulselam Înceoren, diyar kir ku heta aqûbeta windayan ronî bibe dê çalakiyên xwe berdewam bikin û wiha got: "Hêj hêsirên dayikan dibarin. Hêj çavê dayikan li rêya zarokên wan e. Li Girtîgehên Tîpên F îhlal berdewam dike. Em naxwazin ji girtîgehan cenaze derkevin. J bo çalakiyên li girtîgehan bi dawî bibe divê daxwazên girtiyan bê bersivandin. "

Berdevkê Demî yê KESK'ê Uzeyîr Evrenk jî anî ziman ku ew bi malbatên windayan re di nava piştevaniyê dene û wiha got: "Îro Serokomar tê Amedê. Em dixwazin gotina Erdogan a ‘Em amade ne ji bo çareseriyê jahrê vexwin' bi bîra wî bixin. Em carek din diyar dikin ku pirsgirêka kurdan bi kuştin, koçberkirin talankirin û wêrankirinê çareser nabe. Bi girtin û binçavkirinê çareser nabe."

BI ÎŞKENCEYÊ BINÇAV KIRIN

Endamê Komîsyona Windayan a ÎHD'ê Hasan Yolcu, jî çîroka Mirza Ateş xwend û diyar kir ku Ateş di 18'ê Adara 1994'an de li navçeya Pasûrê ya Amedê hat windakirin û wiha got: "Piştî Mirza Ateş hat binçavkirin carek din agahî jê nehat girtin. Leşker û cerdevan di saetên şevê de bi ser mala Ateş a gundê Înkaya de digirin. Mala Ateş dişewitînin û li ber çavên zarokên wî îşkence li wî dikin. Mirza Ateş û gundiyê wî Kuddusi Adiguzel 85 rojan di bin çavan de ma. Ateş li zeviyek vala ya Pasûrê li gel 8 kesan dane ber guleyan û kuştine û piştre wekî di operasyonê de jiyana xwe ji dest dabin nîşan dane. Piştre jî gaz berdane ser cenazeyan û şewitandine. 6 roj şûnde jî cenaze li heman herêmê defin kirine. Piştî lêpirsînê Dozgerê Komarê yê Pasûrê di 3'ê Hezîrana 1996'an de diyar kiriye ku kesên navborî nehatine binçavkirin û koçî Stenbolê kirine. Malbata Ateş jî ji ber ku serî li hemû rêyên hiqûqî û zagonî dan û encam bi dest nexistin, serî li Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropa dane. Lê DMME jî ji ber dereng serlêdan hatiye kirin serlêdan rad kiriye."

Çalakî bi rûniştina 5 deqîqeyan bi dawî bû.