REQQA – Fermandariya Odeya Çalakiyan a Xezeba Firatê bîlançoya şerê 10 rojan ê hemleya rizgarkirina bajarê Tebqa û Banda vê aşkere kir.
Odeya Çalakiyan a Xezeba Firatê di şeva 21'ê Adarê de dest bi hemeleya Bajarê Tebqa û Bendava wê kirin. Fermandariya Odeya Çalakiyan a Xezeba Firatê têkildarî bîlançoya şerê 10 rojan ji hemleyê daxuyaniyek bi raya giştî re par ve kir û encamê şer eşkere kir. Daxuyaniya Fermandariyê wiha ye: "Yekem car çalakiyên bi vî rengî ji bo rizgarkirian Bajarê Tebqa di 21'ê Adara 2017'an de hate destpêkirin. Hemeleya ku di şeva 21'ê Adarê de di encama daketina ezmanî de ku hêzên me bi alîkariya hêzên Koalîsyona Navdewletî pêk anî bi armanca rizgarkirina Bajarê Tebqa û bendava wê pêk hat.
Di encama hemeleyê de xalên li jêr pêk hatin:
1-Herêmeke bi firehiya 146 km2 hate rizgarkirin, di vê herêmê de 13 gund û 10 gundik hatin rizgarkirin, her wiha hemû riyên diçin bajarê Tebqa hatin giritin. Hemû navendên parastina çeteyan ên di vê herêmê de herêmê hatin ruxandin. 2- 79 çete hatin kuştin, ji van 2 serçete bûn. 3- 29 termên çeteyan ketin destê şervanên me. 4- Di şerê vê herêmê de 5 çete bi saxî hatin girtin.
Di encama hemleyê; 5 tirmpêlên leşkerî, Du doçka hatin rûxandin. Sê tirmpêlên leşkerî, 80 mayînên Ant-tank, 150 topnê hawanê, 74 guleyên topavêjê, hatin bidestxistin. Tirmpêlek bombebarkirî û 100 mayînên çeteyan hatin bê bandorkirin. Li milê din miqdarek mezin ji çek, cebilxane û alavên leşkerî jî hatin destserkirin. Di vê hemleyê de 4 endamên QSD'ê di şerê li dijî komên DAÎŞ'ê jiyana xwe ji dest dan. 4 hevalên me jî birîndar bûne. Em di Odeya Çalakiyan a Xezeba Firatê de careke din soza xwe dubare dikin ku em ê ji bo pêkanîna armanca xwe û gelê xwe bighînin ewlekariyê, her wiha bidestxistina serkeftinê soza xwe dubare dikin."