AMED - Ji bo mitînga Erdogan a li Amedê walîtî û şaredarî seferber bû, bajar ji aliyê polîsan ve hate dorpêçkirin, di 21'ê Adarê de otobusên ku diçûn Parka Newrozê hatin betalkirin ji bo mîtînga Erdogan bêpere dixebitin.
Ji bo Merasîma Vekirinê ya Komî ya Tayyîp Erdogan a li Amedê bajar ji aliyê polîsan ve hate dorpêçkirin. Walîtiya Amedê û Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê seferber bû û li her derê al û poster hatin daliqandin.
Li Yurda Xwendekaran a Suleyman Bîn Halîd a li ser riya Rihayê pankartên ku li ser wêneyên Erdogan û nivîsên "Em nobedarên 15'ê Tîrmehê, Ên ku di 16'ê Nîsanê de bibêjin 'Erê' ne" heye hatin daliqandin û li gelek saziyên dewletê jî pankartên "Erê" hatin daliqandin.
Li aliyê din polîsan li ser riya Xarpêt û Erxeniyê noqteyên kontrolê danîne û kontrolan pêk tînin. Dîsa riya ku Erdogan dema biçe Walîtiya Amedê bi kar bîne jî wesayîtên li ser rê hatine parkirin ji aliyê polîsên trafîkê ve bi wesayîtan ve tên rakirin û ji wir dur dixin.
OTOBUS BÊPERE NE
Beriya ku mîtîng dest pê bike ji Xarpêt, Erxenî, Sêwereg, Curnê Reş, Mêrdîn ê Êlihê gelek wesayît hatin bajar. Dîsa ji navçeyên Amedê jî otobusên Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê cerdevan û AKP'iyan tînin. Otobusên ku her sal 21'ê Adarê de gel dibirin Parka Newrozê îsal ji aliyê qeyûmê hat tayînkirin ve hatin betalkirin lê balkêş e ji bo mîtînga Erdogan bêpere dixebitin.
Li aliyê din li bajar serê sibehê heta niha tevgereke hewayî ya zêde heye û helîkopter li ser bajar difirin.