NAVENDA NÛÇEYAN - Parlamentera HDP'ê ya Stenbolê Pervin Buldan, bang li Enqereyê kir û xwest govenda dayika Mehmet Tunç Esmer Tunç ku li qada Cizîrê gerand rast bixwîne û wiha got: "Îktîdara AKP'ê dê bertêla hemû pêkanînên li herêmê di 16'ê Nîsanê de bide." Li Wan, Bedlîs, Antalya, Riha û Agiriyê jî heyetên HDP'ê û DBP'ê derketin nava gel û xebatên 'Na' meşandin.
STENBOL
Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Bahçelievlera Stenbolê di çarçoveya xebatên "Na" de şahiya gel pêk anî. Şahî li Salona Dawetê ya Paris a Bagcilarê pêk hat. Di şahiyê de Serokwekîla Meclîsa Tirkiye û Parlamentera HDP'ê ya Stenbolê Pervin Buldan, Endamên meclîsa HDP'ê, Endamê 78’an Celalettin Can, hevserokên HDP'a Bahçelievlerê Selamet Demîr û Mehmet Karadag jî di navde gelek kes amade bûn. Di şahiya ku bi piranî jin amade bûbûn de pankartên “Me hevserokatî bi dest xist. Ji Yek Seroktî re rê tune.", "Na dê bi ser bikeve", “Teslimiyet dibe îxanetê, berxwedan dibe serkeftinê. Zindan di berxwedanê de ne" vekirin. Dîsa nivîsên “Ji bo Demokrasiyê NA", “Ji bo aşityê NA" rakirin. Li salonê sitrana HDP’ê ya “Bêjin Na” hat strîn û Strana 7'ê Hezîranê hat strîn. Şahiye bi rêzgirtinê dest pê kir. Di şahiyê de Hevseroka HDP'ê ya Bahçelievlerê Selamet Demir, diyar kir ku ew dê ji kuştinên jinan re, ji tacîz û tundiya zayendî re bêjin 'Na' li ked, nasname û vîna xwe xwedî derkevin. Demîr di şexsê Mehmet Tunç de hemû gelê Cizîrê silav kir û xwest her kes ji bo bedena tazî ya Ekin Van bêjin "Na"
ZINDAN ÇAWA DI BER XWE DIDIN EM JÎ DÊ DI BER XWE BIDIN
Serokwekîla Meclîsa Tirkiye û Parlamentera HDP'ê ya Stenbolê Pervin Buldan jî çalakiya girtiyên di girtîgehê de di çalakiyê de silav kir û wiha got: “Hûn çawa li girtîgehan li ber xwe didin em jî dê li derve li ber xwe bidin. Blia riya we û rêya me vekirî bke. Em kurd ji bo bêjin "Na" gelek sedemên me hene. Lê divê ne tenê kurd gelên din jî bêjin "Na" Dîroka Tirkiye dîroka darbeyan e. Ji bo darbe bi dawî bibin divê her kes bêje Na. Kurd li zindanê, meclîsê û ser axa xwe li her derê rastî darbeyan hatine. Zindana Amedê encama darbeyê ye. Kurd hatin kuştin kujer ne diyar in. Gund hatin şewitandin tev darbe ye. Lê tu carî gelê kurd li dijî van darbeyan serî netewendiye."
DIVÊ ENQERE GOVENDA DAYIKA ESMER BAŞ Û RAST BIXWÎNE
Buldan, bal kişand ser Newroza Cizîrê û wiha berdewam kir: "Kesên guhê xwe ji gotin û dengê "Heval av heval av!" re girtin, divê Newroza Cizîrê baş bibînin. Gelê Cizîrê di Newrozê de bersîv da. Divê Enqere govenda Dayika Mehmet Tunç Esmer Tunç a li qadê gerand rast û baş bibîne. Bi wê govendê dibêje 'Me çong danexist û me serî ne tewand' Got 'em li dijî polîtîkayên AKP'ê axa xwe terk nakin' Em bejna xwe li pêş gelê Gever, Cizîr, Sûr û Şirnexê ditewînin. Em çand danînin û em dê têkoşîna xwe berdewam bikin."
KURD DÎL HATIN GIRTIN
Buldan, anî ziman ku Demîrtaş ji ber got “Em te nakin serokdewlet" dil hat girtin û wiha berdewam kir: "Bila baş zanibin ku gelê kurd û tirk nayê dîl girtin. Îktîdara AKP'ê dê berdêla van kirinên li herêmê di 16'ê Nîsanê de bide. Gelê Tirkiye dê di 16'ê Nîsane de bêjin 'Na' û dîrokê binivîse. Nûnerê 78’an Celalletin Can jî axivî û sedema Na vegot.
Şahî bi sitranên Navenda Çandê ya Arzela û govendê û bi siloganên “Na, Na, Na,” bi dawî bû.
WAN
Li navçeyên Payîzava û Ebexê siyasetmedarên ku bi gel re hatin cem hev sedemên "Na" vegotin.
Parlamenterê HDP'ê Lezgîn Botan li navçeya Payîzavayê axivî û pêvajo bi gel re parve kir bal kişand li ser girîngiya pêvajoyê. Parlamenterê HDP'ê Adem Geverî jî li navçeya Ebexê tax bi tax tevli xebatên referandumê bû. Geverê got ku di 16'ê Nîsanê de dê gel bi referadumê qedera xwe diyar bike û polîtîkayên ku îktidar 2 salin li ser dijminatiya kurdan dimeşîne bi bîr xist.
Parlamentera HDP'ê Bedîa Ozgokçe jî li navçeya Tuşbayê tevli xebatên referadumê bû û diyar kir ku îktidar ji bo polîtîkayên xwe yên qatlîamê yê 2 salan rewa bike deng dixwaze lê gel dê neyê vî lîstikê û bibêjin "Na". Rêxistinên HDP û DBP yên Rêya Armuşê jî mal bi mal digerin û sedema "Na" vegotin.
BEDLÎS
Parlamentera HDP'ê Mizgîn Irgat û endamên TJA, HDP û DBP ve bi gel re hatin cem hev. Irgat di serdanan de diyar kir ku gelê Bedlîsê ji niha û pê ve jî ji AKP'ê re bibêjin "Na".
AGIRÎ
Li Agiriyê jî Wekîla Hevserokên Giştî yê DBP'ê Gulcihan Şîmşek li cadeya Tahîr Elçî xitabî gel kir. Şîmşek got ku di guhertina qanûna bingehîn a hatiye amadekirin de jin tuneye û ger ku ew xwe nebînin dê bibêjin "Na". Şîmşek wiha got: "Hikûmet û siyaseta gelê kurd nas nake heye. Li dijî feraseta ku gelê kurd înkar dike re dê bibêjin Na. Me qatlîama Agiriyê ji bîr nekiriye. Ji bo çareseriya pirsgirêka ku pêvajoya ku hatibû destpêkirin hebû. Projeya Bİrêz Ocalan projeya aştiyê bû. Gote ez ê 6 mehan de pirsgirêkê çareser bikim. Lê çi kirin AKP'ê got kurd tuneye û mase xira kir. Dê gelê kurd têkoşîna xwe bidomîne. Dengê ku Agirî bide wan tuneye."
Piştre Parlamenterê HDP'ê Ahmet Yildirim axivî û got ku hikûmet 13 sal in sozê vala dide û wiha berdewam kir: "Dibêjin ku dê gaza xwazeyî bê Agiriyê. Ma li Agiriyê gaza xwezayî heye? Hatiye? Li ber serê me gaza xwezayî ya heyî dibin Kayseriyê, Konyayê. Li Agiriyê 5 sal in nexweşxane neqedandin. Duh serokwezîr dibêje gaza xwezayî, em ê nexweşxaneyê çêkin. Ma tu dê nebî tu li ser navê kê soz didî. Serokwezîr îstifa kiriye lê serokomar daye rawestandin Bînalî Yildirim dê bibêje Na. Zarokên wî, malbata Yildirim dê bibêjin Na."
Yildirim got ku ew ê ji bo bîranîna Cezmî Budak ê DBP'î bibêjin "Na" û Agirî di referandûmê de helwesta xwe nîşan bide, ger ku pêvajo li vir xira bû dê Agirî bersiva vî bide.
Li navçeya Patnosê ya Agiriyê jî heyat ji Agiriyê hat bi coşeke mezin hate pêşwazîkirin. Şîmşek li vir jî axivî û diyar kir ku Patnosê bi coşa xwe ya nîşan daye ve rengê xwe yê referandumê nîşan daye. Şîmşek got ku ew ê mal bi mal bigerin û bixebitin, aştiyê, wekheviyê û azadiyê bînin.
Yildirim jî alimê kurd Îzzet Yildirim û Hozan Serhat bi bîr xist û wiha got: "Di 16'ê Nîsanê de em ê bi hev re bijîn an na, em ê ji bo vî deng bidin."
Yildirim di axaftina xwe de bang li gel kir xwest xwedî li sandoqan derkevin.
Heyeta ku rastî eleqayeke mezin hat ji wir ber bi navçeya Melazgirê ya Mûşê ve derket rê.
ANTALYA
Li Antalya jî jin di bin baneyê 'Na' de hatin cem hev û li navçeya Muratpaşa li pêş Peykerê Attalosê sindoqa referandumê danîn. Welatiyên di kolanê re derbas bibin dê çima bêjin na li kaxizan binivîsin û bavêjin sindoqê. Sindoqa "Na" rastî eleqeyek mezin hat.
TEVÎ ASTENGIYÊN AKP'Ê NA BILIND DIBE
Li navçeya Beylikduzu ya Stenbolê jî tevî astengiyên AKP'ê xebat û dengê "Na bilind dibe. DBP û HDP'ê li Qada Rawestgeha Otobusan a Beylikduzu Çadira Na vekirin. Konê "Na" Rastî erîşa polîsan hat. Polisan xwest kon rakin. Rêveberên DBP'ê bertek nîşan dan û diyar kirin ku wan li gorî destûra YSK'ê kon vedaye û vê yekê qebkûl nakin.
BELAVOK BELAV KIRIN
Heyeta HDP'ê tevî rêveber û parlamenteran li taxa Kanarya ya Navçeya Kuçukçekmeceyê belavokên "Na" belav kirin. Heyetê li 30 kargeriyên tekstilê belavok belavkirin. Welatiyên dengê muzîka "bêjin Na" bihîstin derketin kolanan û bi coşek mezin komên HDP'ê pêşwazî kirin. Bernameya belavokan dê li navçeyên Zeytinburnu û Bahçelievlerê berdewam bike.
Parlamenter û reveberên HDP'ê û rêveberên DBP'e jî li navçeyên Wêranşar, Sîwereg, Hîlwan bi gel re hatin cem hev. Heyet li Wêranşarê esnaf ziyaret kirin û li ber avahiya HDP'ê ya Wêranşarê hîtapî gel kirin. Heyeta HDP'e li navçeya Siweregê esnaf ziyaret kirin û piştre li Parka Sîweregê hitabî girsê kirin. Heyet piştre derbasî Hîlwanê bûn û li wir jî esnaf ziyaret kir. Heyet rastî eleqeyek mezin hat.
AYHAN JÎ LI HEWAGÊ BÛ
Parlamenterê HDP'ê yê Rihayê Îbrahim Ayhan jî li navçeya Hewagê û Yaylakê welatî û esnaf ziyaret kir û xebatên Na meşand. Ayhan li gundan rastî eleqeyek mezin hat.