Li Amedê 4 kes hatin binçavkirin

AMED - Li Amedê di serdegirtina malê de 4 endamên BES, Egîtîm Sen û Tum Bel Sen'ê hatin binçavkirin.

Li Amedê, duh êvarî Sekreterê Şaxa Sendîkaya Kedkarên Buroyê (BES) a Amedê Abbas Aslan, endama Egîtîm Sen'ç Fîgen Aras, endamê Tum Bel Sen'ç Hasan Kaya yê bi KHK'ê hat îxrackirin û xebatkara Şaredariya Rezanê Neriman Yigit di serdegirtina malê de hatin binçavkirin. 4 kesên mebesta binçavkirina wan nehat zanîn, li Muduriyeta Bajêr a Amedê tên ragirtin.