Parlamentera HDP'ê Taşdemîr hat binçavkirin

MÛŞ - Berdevka Meclîsa Jinê ya HDP'ê Dîrayet Taşdemîr hate binçavkirin.

Berdevka Meclîsa Jinê ya HDP'ê Dîrayet Taşdemîr a ji bo xebatên referandumê li Mûşê bû hate binçavkirin. Taşdemîr di çarçoveya doza ku hatiye vekirin de hate binçavkirin û li bendê ye ku Taşdemîr bibin edliyeyê û îfadeya wê bigirin.

Taşdemîr di 20'ê Adarê de jî li Bazîdê hatibû binçavkirin û li Agiriyê piştî ku ji bo 5 dosyayên der barê wê de hatiye vekirin îfade dabû hatibû berdan.