HATAY - Serokê Şaxa ÎHD'a Îskenderûnê Coşkun Selçuk, anî ziman ku daxwazên grevên birçîbûnê yên li girtîgehan, dê li Tirkiyeyê bibe wesîleya destpêkirina pêvajoyeke nû.
Li girtîgehên Tirkiye û herêmê grevên birçîbûnê didomin. Li Girtîgeha Şakranê greva birçîbûnê di roja 47'emîn de jî didome û li girtîgehên Tîpa M û Tîpa T ên Îskenderûnê jî di 31'ê Adarê de 20 girtî dest bi greva birçîbûnê ya dorveger kirin. Li Girtîgeha Tîpa T a Hatayê jî di 1'ê Nîsanê de 11 girtî dest bi greva birçîbûnê ya dorveger kirin.
Serokê Şaxa Komeleya Mafên Mirovan a Îskenderûnê Coşkun Selçuk, diyar kir ku divê guh bidin daxwazên li girtîgehan û Mehmet Yildizbakanê 65 salî yê li Girtîgeha Tîpa M a Îskenderûnê mir bi bîr xist. Selçuk, diyar kir ku ji bo girtiyên nexweş nemirin divê li hemberî vê rewşê tu kes xwe li nedîtiyê daneyne û got, grevên birçîbûnê êdî ber bi sînorê mirinê ve diçin. Selçuk, dest nîşan kir ku li girtîgehan bi awayekî cidî binpêkirinên mafan hene û got, li dijî van binpêkirinan daxwazên girtiyan ên însanî hene. Selçuk, da zanîn ku bi OHAL'ê re li girtîgehan pêkanînên kêfî hene û got, mirina Mehmet Yildizbakan jî nîşan da ku, ka girtî bi van daxwazên ku çi qas mafdar in.
Selçuk, dest nîşan kir ku ji bo daxwazên girtî û hikumxwaran bi cih bên wek ÎHD'ê çi ji destê wan bê ew ê bikin û wha axivî: "Daxwazên li gor mafên mirovan û huqûqê tên kirin. Daxwaza hevdîtina bi Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan re daxwazake ku di çarçoveyeke huqûqî de dikare bi cih bê. Di greva birçîbûnê ya 2012'an de jî yek ji daxwazên girtiyan ev bû. Her kesî dît ku piştî hat qebûlkirin bê li Tirkiyeyê pêvajoyeke çawa dest pê kir. Ev daxwaza ku di sala 2012'an de hat qebûlkirin riya aştiyê li ber Tirkiyeyê vekir û li Tirkiyeyê nêzî 3 salan pevçûn çênebûn. Her tim grevên birçîbûnê bûne şerma girtîgehên vî welatî. Lê belê, tim jî li vî welatî bûne wesîleya destpêkirina pêvajoyeke nû."
‘JI BO ZAROKÊN VÎ WELATÎ BEDENA XWE DIDIN BER MIRINÊ'
Di sala 2009'an de li ser banga Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan "Koma Aştiyê" ji Deriyê Sînor ê Xabûrê derbasî Tirkiyeyê bûbû. Xwişka Elif Yildiz Uludag a yek ji endamên vê komê ku hat girtin, Fatma Yildiz jî balê kişand ser grevên birçîbûnê yên li girtîgehan.
Yildiz a balê kişand ser grevên birçîbûnê yên 2012'an wiha axivî: "Bi destpêkirina grevên birçîbûnê, girtî û hikumxwar tewrên xwe yên li dijî derhuqûqiyan û şer diyar kirin. Ma di sala 2012'an de jî ne heman daxwaz bûn? Wê demê çi bû. Tirkiye çi winda kir. Dema daxwazên girtîgehan hatin qebûlkirin, ma Tirkiye winda kir? Na. Bereksê wê, Tirkiye bi ser ket. Îro yên li girtîgehan ji bo daxwazên civakê yên tên binpêkirin, bên qebûlkirin bedena xwe didin ber mirinê. Ji bo zarokên vî welatî dikin. Ji bo mîrateyeke bedew ji zarokên vî welatî re bihêlin wisa dikin, ji bo vê li ber xwe didin. Û wisa bawer dikim dê berxwedana wan bidome. Ji ber vê divê kurd û tirkên vî welatî hemû guh bidin girtîgehan."