'Ji bo ji qesrê nekeve, dê Erdogan serî li her rêbazê bide'

KOCAELÎ - Nivîskar Metin Kayaoglu, anî ziman ku Serokomar Erdogan dixwaze di nêvengeke bêmuxalefet de îktîdara xwe bidomîne û wiha got: "Erdogan, xwe mehkûmî qesrê kiriye. Mirovekî xwedî ew xuyê ye ku, ji bo ji qesrê nekeve dê serî li her cure riyê bide. Di dîrokê de ev ne taybetmendiyên mirovên dewletê ne, ev taybetmendi aîdî reîstiya çeteyan e."

Gerînendeyê Weşana Giştî ya Kovara Teorî û Polîtîkayê nivîskar Metin Kayaoglu, referandûma 16'ê Nîsanê nirxand. Kayaoglu, anî ziman ku divê hemû derdorên li dijî Serokomar Tayyip Erdogan in, di referandûmê de bibêjin "Na" û got, Erdogan dixwaze hêza xwe xurtir bike.

Kayaoglu wiha domand: "Aşkere ye ku Erdogan dixwaze hêza xwe xurtir bike. Ji bo hemû muxalefetê bêdeng bike niha xwe wek mehkûman hîs dike. Wisa difikire ku wekî din ew ê nikaribe ji nav 'gendeliyên' li hawirdora xwe derkeve. Çawa ku Erdogan tehamulî encamên hilbijartina 7'ê Hezîranê nekir û guherandin, niha wisa hîs dike ku divê di referandûma 16'ê Nîsanê de jî bi ser keve."

'WISA DIXUYÊ DÊ DI REFERANDÛMÊ DE 'NA' DERKEVE'

Kayaoglu, dest nîşan kir ku li gel hemû hewldanên Erdogan jî, di referandûmê de îhtimala "Na" derkeve zêdetir e û wiha got: "Her wiha ev jî heye; heke 'Erê' derkeve jî, wisa dixuyê ku dê ev Erdogan hêzdartir neke."

Kayaoglu wiha axivî: "Tişta em jê re dibêjin Qanûna Bingehîn, mutabaqateke civakiyî ye. Niha Erdogan dixwaze bi sedî ji 50'î îktîdara xwe tesîs bike û li dijî ji sedî 50'yê mayî jî derkeve. Dê ev tu carî wisa rihet neke, dê tim pêdiviya wî bi darekî meşê hebe. Heke di warê netewî de darekî wî yê wisa tune be, dê serî li qada navnetewî bide. Di vê rewşê de dê Erdogan wan 'amûrên xwe yên zordariyê' dîsa têxe dewrê. A rast ev jî tê wateya şerekî navxweyî."

'JI BO JI QESRÊ NEKEVE DÊ SERÎ LI HER CURE RIYÊ BIDE'

Kayaoglu, dest nîşan kir ku Erdogan dixwaze di nêvengeke bêmuxalefet de îkrîdara xwe bidomîne û wiha axivî: "Erdogan dixwaze îktîdara xwe bidomîne. Erdogan xwe mehkûmî qesrê kir. Mirovekî xwedî ew xuyê ye ku, ji bo ji qesrê nekeve dê serî li her cure riyê bide. Di dîrokê de ev ne taybetmendiyên mirovên dewletê ne, ev taybetmendi aîdî reîstiya çeteyan e. Îro Kenan Evren wek serokê cûntayekê tê mehkûmkirin, lê Erdogan cûntekarekî ji Evren tundir û dijwartir e."

Kayaoglu, ragihand ku di dîroka komarê de ew di serdema herî krîtîk de ne û dest nîşan kir ku, ne mumkuna ku Erdogan bi riyên huqûqî ji îktîdarê bê dûrxistin. Kayaoglu, anî ziman ku divê li dijî vê muxalefet bibe yek.

'HEKE 'ERÊ' DERKEVE DÊ BINDEST DEV JI TÊKOŞÎNÊ BERNEDIN'

Kayaoglu wiha domand: "Maf û azadiyên gelên Tirkiyeyê, ne di warê huqûqî de lê girêdayî destkeftiyên ku bi awayekî fiîlî bi destxistine. Heke di 16'ê Nîsanê de 'Erê' derkeve, ne di wê fikrê de me ku dê ji bo gelan serdemeke tarî dest pê bike. Dê gel dîsa bitêkoşin. Lê dê argumanên di dest wan de bêtir bên binpêkirin. Heke 'Erê' derkeve dê bindest dev ji têkoşînê bernedin. Dê qada demokratîk teng bibe. Çimkî dê Erdogan qadê ji muxalifên ku li dijî wî diaxivin re nehêle."