ÊLIH - Bazarvanên êlihî, diyar kirin ku ji ber ew nikarin kar bikin rewşa wan a aborî ber bi nebaşiyê ve diçe û gotin, da vê rewşa nebaş rawestînin ew ê di referandûmê de bibêjin "Na".
Bazarvanên êlihî, sedemên xwe yên dengê "Na"yê vegotin. Nazarvanan, diyar kirin ku her diçe rewşa wan a aborî ber bi xerabiyê ve diçe û êdî ew nikarin tu karî bikin. Bazarvanan, anî ziman ku da vê rewşa nebaş rawestînin ew ê di referandûmê de bibêjin "Na".
‘15 SAL E EW BI RÊ VE DIBIN'
Bazarvanê 13 salan Bahri Keleş, anî ziman ku di demên dawî de rewşa wan zaf xerab bûye û wiha got: "Rewşa piyaseyê li holê ye. Kes êdî ji bazarê tiştekî nakire. Her diçe rewşa karê me nebaş dibe. Dibêjin dê bi referandûmê re krîz jî biqede. Ji xwe 15 sal e ew vî welatî bi rê ve dibin. Kesî bi dest û piyê wan negirtiye. Madem wisa ye, çima di 15 salan de baş nekirin. Heke pergala serokatiyê bê dê rewş xerabtir bibe. Ji ber vê dê dengê min 'Na' be."
‘HEKE AŞTÎ ÇÊBIBE DÊ KARÊ ME BAŞ BIBE'
Abdulgafur Demir ê ku 20 sal e bazarvaniyê dike jî, diyar kir ku her diçe li bazarê karê wan kêm dibe û wiha axivî: "Dê bi pergala serokatiyê dawî li vê rewşa nebaş neyê. Heke pêvajoya aştiyê dîsa dest pê bike, dê rewş baş bibe. Ji ber vê em dixwazin dîsa aştî çêbibe û rewşa karê me baş bibe. Heke aştî çêbibe, dê karê me jî û rewşa bazarê jî baş bibe."
‘BI ZOR Û HEFT BELA DEBARA XWE DIKIM, JI BER VÊ EZ Ê BIBÊJIM 'NA''
Reşit Satici yê 24 sal e bazarvaniyê dike jî got, ew ê di referandûmê de bibêje "Na". Satici wiha axivî: "24 sal e bazarvaniyê dikim. Min du sla berê li Stenbolê atolyeyeke tekstîlê vekiribû 15 kes li cem min dixebitîn. Ji ber ku kar nebaş bû vegeriyam Êlihê. Li vir bi zor û heft bela debara xwe dikim. Em ji hala zebzeyan mal dikirin, lê ji ber kes nakire em bi awayekî deyndar vedigerin malê. Li halê kîloya firingiyan bi 3 TL û nîvan e. Her kes dibêje buhay zêde ne. Krîz heye. Rewş ber bi nebaşiyê ve diçe. 15 sal e ew vî welatî bi rê ve dibin. Ji xwe pêdivî bi referandûmê tune ye. Ji ber vê biryara min 'Na' ye."
‘HEKE 'ERÊ' DERKEVE DÊ REWŞ XERABTIR BIBE'
Ali Sevgi (55) yê 15 sal e dergevaniyê dike û ji bo danûstendinê hatiye bazarê jî balê kişand ser çewisandin û zilma îktîdarê û wiha axivî: "Di dema pêxemberan de jî zilmeke wisa tune bû. Di serdema wan de jî jin û zarok nehatine kuştin, kes nehatiye girtin. Lê îro hemû tiştî tînin serê me. Heke 'Erê' derkeve dê rewş xerabtir bibe. Ji ber vê ez ê di referandûmê de bibêjim 'Na'."