Pêşniyara 'Heke tu sîxurtiyê bikî em ê li şaredariyê te têxin kar'!

AMED - A.B. yê ku polîsan ji bo leşkeriyê ew rawestandin û ji dêval ku wî bibin Şaxa Leşkeriyê ew birin eraziyekî û pêşniyara sîxurtiyê lê hat kirin. A.B. yê pêşniyara sîxurtiyê qebûl nekiriye, polîsan çek spartiye serê wî û ev pêşniyar lê kirine: "Heke tu qebûl bikî 'em ê li şaredariyê te têxin karekî'."

Li Amedê, du pismamên hev Î.B. û A.B. ên 3 roj berê dema li Goristana Yenîkoyê serdana gorên xizmên xwe kirin, polîsan hawirdora wan girt û li nasnameyên wan nihêrîn. Piştî venêrîna nasnameyan, kesê bi navê Î.B. ji ber cezayekî xwe yê berê hat girtin û ew şandin girtîgehê.

‘JI BER LEŞKERIYÊ MIN BIRIN, LÊ SÎXURTÎ PÊŞNIYAR KIRIN'

Kesê bi navê A.B. (21) jî ji ber qaçaxê leşkeriyê bû, polîsan jê re got ew ê wî bibin muduriyeta polîsan. Lê belê, A.B. anî ziman ku, wî nebirine muduriyeta polîsan û got, pêşî wî birina Parka Newrozê û li wir qederekê ew dane sekinandin û paşê bi wesayîteke din ew birine derveyî bajêr û pêşniyara sîxurtiyê lê kirine.

DEMA SÎXURTÎ QEBÛL NEKIR, GEFA MIRINÊ LÊ XWARIN

A.B, diyalogên di navbera xwe û nêzî 10 polîsên sivîl de wiha ragihandin: "Dema min birin derveyî Amedê, pêşî ji min pirsîn 'Tu dixebitî yan na?' Min jî got, ez li şaredariyê dixebitîm, lê bi tayînkirina qeyûm re ez kar hatim derxistin. Dema min wisa got, wan jî ji min re got, 'Alîkariya me bike, em bi hev re bixebitin. Em naxwazin xesar bigihîje tu kesî. Ji ber vê me te girt. Em ê xesarê nedin te. Tu qebûl bikî jî û nekî jî tu birayê me yî.' Min jî ji wan re got, ya hûn dibêjin sîxurtî ye û ez vê qebûl nakim. Dema min wisa got çek spartin serê min.

‘HEKE TU SÎXURTIYÊ BIKÎ EM LI ŞAREDARIYÊ TE TÊXIN KAR'

Sixêf kirin û wiha gef li min xwarin 'Heke tu pêşniyara me qebûl nekî, em ê li vir te bikujin. Qebûl bike, em ê li şaredariyê te têxin karekî. Em ê deynên te yên bankeyan bidin.' Ji bo ji destê wan bifilitim min got temam. Ancax bi vî awayî min karibû xwe ji destê wan xelas bike. Paşê ji min re wiha gotin, 'Bila ev axaftin di navbera me de bimînin, heke tu ji kesekî an jî ji hin kesan re bibêjî dê tiştên nebaş çêbibin. Dewlet hatiye ber piyê te, li gora wê tevbigere. Roja duşemê saet di 12.00'an de em ê li te bigerin.' Bi vî awayî min berdan û bi zorê gelek pere dan min. Dema min qebûl nekir, bi zorê xistin bêrîka min û gotin, 'Heke tu ranekî van pereyan, çi bbe berpirsiyar tu wî.' Nizanim pere çi qas bû jî. Piştî hinekî ji wan dûr ketim, min pere avêt. Wan jî ev dît."

‘TIŞTEK BÊ SERÊ MIN BERPRISIYARÊ WÊ DEWLET E'

A.B, anî ziman ku li herêmê pêşniyara sîxurtiyê li gelek ciwanên kurd dikin û got, heke tiştek bê serê min berpirsiyar dewlet e. A.B, diyar kir ku ew ê serî li Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) bide.