Bi gotinên 'Dê roj bê û gelek tişt biguherin' Ocalan tê bîra wî

RIHA- Hevalê zarokatiyê û cîranê Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, Mehmet Tarhan diyar kir ku, wî û Ocalan di zarokatiya xwe de bi hevdu re avjenî dikir û Ocalan di dema li ser piştç avjenî dikir digot "Ez tu astengiyan nas nakim." Her wiha Tarhan anî ziman ku dema ew biçûk bûn Ocalan tim digot "Wê roj bê û dê li van deran gelek tişt biguherin."

Dema mirov li gundê Amarayê digere, her kes qala hevaltî, rastbûn û kesayetiya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan dike. Yek ji kesên ku bi Abdullah Ocalan jiyaye û dem derbaskiriye jî, cîranê wî û hevalê wî yê zarokatiyê Mehmet Tarhan e. Tarhan di zarokatiya xwe de bi Ocalan re her tim avjenî dikir.

‘OCALAN FEQIYÊ APÊ MIN BU’

Tarhan diyar kir ku, ew cîranê Ocalan bû, ji ber bavê wî keyayê gund bû bavê Ocalan her tim bi bavê wî re bû. Tarhan got, apê wî melayê gund bû û Ocalan jî feqiyê apê wî bû û li ber destê wî hînî Qur'anê bûye.

‘ME SEROK FÊM NEDIKIR’

Tarhan wiha qala sohbetên xwe û Ocalan kir: “Serok 9 salan ji min mezintir bû, Serok kesek rastgo û paqij bû, avek nêzîkî gundê me hebû. Em bi hev re diçûn avjeniyê. Me her tim bi hev re sohbet dikir. Ew her tim difikirî û wiha digot ‘wê roj bê û dê ev der hemû biguherin. Dê gelek tişt li vir çêbibin’. Em zarobûn me ji gotinên wî fêm nedikir.”

‘EZ TU ASTENGIYAN NAS NAKIM’

Tarhan bîranînek xwe ya di gel Ocalan jî wiha vegot: “Dema em bi hev re diçûn avjeniyê, Serok li ser piştê avjenî dikir. Dema li ser piştê diçû her tim digot ‘ez tu astengiyan nas nakim'.”

‘EM Ê GELÊN BÊN AMARAYÊ BIKIN MÊVANÊ XWE’

Tarhan da zanîn ku di rojên pêşiya wan de, rojbûna Ocalan e û wiha got: “Gelê ku ji bo rojbûna Ocalan bê, em ê alîkariya wan bikin. Em ê wan li malên xwe bikin mêvan. Ev çend sal e Ocalan ji bo vî gelî di girtîgehê de ye û îşkencê dibîne. Tişta ji destê me bê em ê bikin.”