COLEMÊRG - Dozgeriya Şemzînanê der barê 'Tîma Înfazê ya Gerdî' ku Hevşaredar Nahîde Yildiz, rêveberên HDP û DBP'ê, endamên TJA û esnafên Şemzînan jî di nav de gefa mirinê li 30 kesî xwaribû, biryara neşopandinê da.
Li navçeya Şemzînanê ya Colemêrgê 'Tîma Înfazê ya Gerdiyê' li ser Facebookê gefa mirinê li 30 kesî ku Hevşaredar Nahîde Yildiz, rêveberên HDP û DBP'ê, endamê TJA û esnafên Şemzînanê jî di nav de xwaribûn. Dozgeriyê der barê vê tîmê de biryara devjêberdana şopandinê da. Dozgeriyê wek hincet, diyar kir ku navenda Facebookê li Eyaleta Calîforniyayê ye û ji ber vê biryara nepoşandinê da.
Dozgerîyê hinceta xwe ya neşopandinê wiha anî ziman: "Ji ber navenda Facebokê li Emerîkayê ye û li Tirkiyeyê nûnerîtiya wê tûne ye divê ji bo sûcdariyê serî li navenda Facebokê bê dayîn. Ev tiştê ku qewimiyê li Emerîkayê ne sûc e. Tu derfetên ku em xwe bigihînin delîlên huqûqî û teknîkî tune ye û ji ber vê em biryara neşopandinê didin."
PIRSANAME JÎ BÊ BERSIV MA
'Tîma Înfazê ya Gerdiyê' ya ku 30 kesan bi mirinê tehdît kiribû, di Facebokê de ev tişt parve kiribûn: "Yên ku navê wan hatiye nivîsandin em dizanin ku hûn alîkariya PKK'ê dikin. Em bi îxaneta van kesên ku alîkariya PKK'ê dikin û di demeke nêz de dê ev kes bên cezakirin. Li Rûbarokê jî kesên ji PKK'ê hez dikin hene, divê xwe dirust bikin."
Li ser vê Parlementera HDP'ê ya Colemêrgê Selma Irmak a girtî, di 11'ê Cotmeha 2016'an de li Meclîsê der barê mijarê de pirsnameyek berpêşî Wezîrê Karê Navxweyî Suleyman Soylû kiribû, lê hîn jî Soylu ev pirname nebersivandiye.