RIHA -Dayîka Seher ya ku Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan di zarokatiya xwe de her tim diçû mala wê û xwarina destê wê dixwar wiha qala Ocalan dike: “Carekî min gulek ji baxçe jêkir û da Apo. Wî jî tizbiya ku bi destê xwe ji dendikê zeytûnan çêkiribû diyarî min kir. Heta ez hebim ez ê vê tizbiyê veşêrim."
Dayika Seher Sariçîçek (87) dayîkek tirkmen e û ji gundê Cîbinê ye. Ji 7-8 saliya wî heta niha Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan nas dike. Dayika Seher di ciwaniya Ocalan de gulek daye Ocalan û wî jî tisbiya xwe ya ji dendikê zeytûnan çêkiriye diyarî wê kiriye.
‘OCALAN LI SER BANÊ XANIYÊ ME RADIZA’
Dema ku Ocalan dibistana seretayî li gundê Cîbinê dixwend, ew û kurê dayika Seher hevalên hev ên dibistanê bûn. Gelek caran Ocalan ji destê dayika Seherê xwarin xwariye û li mala wê razaye. Dayika Seher wiha qala Ocalan dike: “Li gundê wan dibistan tune bû, dihat gundê me Cîbinê dibistan dixwend. Bi kurê xwişka min re dibistan dixwend û carekî jî kurê min Apo bixwe re anî malê. Min got ev kî ye? Kurê min got ‘ev ji Amarayê ye.' Min jî got min xwarin çêkiriye lê nexweşe, şerm e ku mêvan vê xwarinê bixwe. Kurê min got ‘ev ji me ye, dikare tirşî û dew jî bixwe.' Heftê carekê dihat mala me, kurê min digot ‘dayê Apo dê bibe parêzer, pir dixwîne. Hemû ezmunan derbas dike. Mamoste pirsan ji wî nakin, ew pirsan ji mamosteyan dipirse.”
‘EZ HER TIM PIRSA OCALAN DIKIM’
Dayika Seher diyar kir ku, bi demê re kurê wê Huseyîn Sariçîçek û Ocalan bûn hevalên hev ên samîmî ûw iha domand: “Her tim dihatin malê, ew û kurê min bûbûn destbirak. Ocalan kesek baş, bi terbiye û rast bû. Kurê min li Colemêrgê ji aliyê leşkerên tirk ve hat qetilkirin. Kurê min mir, lê ez her tim pirsa Ocalan dikim. Dema xwişk û birayên wî bi wî re hevdîtinê çêdikin, ez jiw an pirsa wî dikim."
‘BI DESTÊ XWE TIZBÎ ÇÊKIRIBÛ’
Dayika Seherê wiha qala bîranînek xwe ya bi Ocalan re kir: “Rojekê dîsa li mala me bû, li ser banê xaniyê me razabû. Piştî xwarin xwar min ji şaneşînê gulek jêkir û da destê wî û wî jî bêhn kir. Piştî wê çû cem kurê min, jê pirsiye ‘kê ev gul da te’ wî jî gotiye ‘dayika te’ jê re gotiye ‘çima te jî ev tizbî nedayê, ew nimêj dike’. Piştî wê wî tizbî anî û da min. Wî ew tizbî bi destê xwe ji navikên zeytûnan çêkiribû. Carekê kurê min got ‘dayê benê vê tizbiyê kevin bûye ez ê biguherim, vê tizbiyê bide min.’ Min jî got ez vê tizbiyê nadim kesî, ev xelata Apo ye.”
‘EGER NIHA WERE EZ Ê XWARINÊN XWEŞ JÊ RE ÇÊKIM’
Dayika Seherê anî ziman ku, heya 18- 20 saliya xwe jî dihat mala wê, piştî wê bûn şoreşger û kurên wê jî tevlî şoreşgeran bû û wiha domand: “Ji xwe her tim leşker dihatin. Kurên min deriyekî direviya deriyê din. Kurên min tevlî PKK’ê bûn û piştî Apo jî ji Tirkiyeyê derket êdî min ew nêdît.” Dayika Seherê dibêje ku eger ew Ocalan bibine dê çavên wî maç bike û ew ê xwarina herî xweş ji bo wî çêbike.