MÊRDÎN - Welatiyekî gund diyar kir ku li Dêrikê M.Ş.Y. ê ku li 35 xwendekaran îstimara zayendî pêk anî bi navbeynkariya keyayê gund ê AKP'î ve bêyî lêkolîn bê kirin û pişt bê kişandin dest bi kar kiriye û gotina "em kesên ku ev zilam kirine kar jî dixwazin bên darizandin." Têkîldarî îdiayan nûçegihanên me yên ku çûn gund jî ji aliyê cerdevan M.A. û fermandariya cendirmeyan ve hatiin astengkirin.
Li Dibsitana Navîn a Gundê Kevirşîna Dêrika Mêrdînê, 35 xwendekar rastî îstismara zayendî ya xedemeyê dibsitanê yê bi navê M.Ş.Y. haitibûn. Hat zanîn ku 51 malbatan giliyê M.Ş.Y. kiriye. Gundiyekî ku nexwest navê wî bê aşkerekirin, diyar kir ku M.Ş.Y. pismamê heq ê keyayê gund Haydar Yaşar e û got, keya M.Ş.Yç xistiye kar. Gundiyê nexwest navê wî eşekere bibe wiha got: "Bi zanebûnî ev kar dane vî zilamî. Bi taybetî keya alîgirê AK Pariyê ye û pismamê vî kesî (M.Ş.Y.) ye. Hayê wan jî jê hebû, lê taliya talî hat bihîstin."
Gundî, dest nîşan kir ku bêyî li sicîla M.Ş.Y. bê nihêrîn û bêyî pişik bê avaêtin û kar dane wî û wiha axivî: "Zarokên min jî li wê dibistanê dixwînin. Li dibistana ku zarokên min lê dixwînin, qewimandina bûyerek bi vî rengî me ditirsîne. Kesê îstismara zayendî kriiye pismamê keyayê gund e. Li dibistanê nêzî 600 xwendekar hene."
Gundî wiha behsa bûyerê kir: "Xwendekar saet di 3'yan de ji dibistanê vedigerin. Daîreya qazanê ya dibistanê heye. Li dibsitanê xwendekarekî dibsitana navîn bi zanebûnî herî dawî berda bû. Dema dê û bav jê re dibêjin çima tu dereng hatiyî, ew jî dibêje xedeme ew daye xebitandin û ew îstismar kiriye. Malbata rewşê radigihînin mamoste, mamoste jî radigihînin MEB'ê û ew jî ji serdozger re vedibêjin û bi vî awayî bûyer aşkere bû. 4 mamoste serî lid ozgeriyê dan. Dozger cendirme şandin dibistanê. Îfadeya hemû xwendekarên keç yeko yeko hat wergirtin. Kesên hatine îstsimarkirin yeko yeko her tiştî vegotin. Em ji vî zilamî yên wî xistina kar gilîdar in. Sicîla wî nehatiye lêkolînkirin, pişik nehtaiye avêtin. Vî mirovî çawa dixin kar? Gundî dixwazin kesên ev zilam xistine kar jî bên darizandin."
Li ser van îdiayan nûçegîhanên dîhaberê da agahiyan wergirin çûn gund. Kesê bi navê M.A. yê li gund cerdevaniyê dike hayê Qereqola Cendirmeyan a Dêrikê pê dixe. Nûçegîhanên bi telefonê bi fermandarê qereqolê re daxivin, fermandar ji wan re wiha dibêje: "Hûn ji kuderê hatine, çima hatine? Hûn nikarin der barê vê mijarê de tu tiştî jî hîn bibin. Bêyî destûra dozger hûn nikarin bi tu malbatê re jî hevdîtinê çêbikin. Biryara nepeniyê heye."
KIŞANDINA WÊNEYÊ DIBISTANÊ JÎ QEDEXE YE
Nûçegîhanên xwestin wêneyên dibsitanê bikişînin, sercerdevan M.A. ew asteng kirin û heta derketina gund jî hatin şopandin. Cerdevan M.A. wiha got: "Heke hûn wêneyan bikêşin, em ê wek berpirisyar bên dîtin. Kişandina wêneyên dibsitanê jî qedexe ye. Heke di çapemeniyê de derkeve, dê ji bo me nebaş be."