STENBOL - Piştî rojnameger Îrfan Degîrmencî got ew ê bêje “Na” ji kar hat derxistin lîstîkvan Şevket Çoruh got “Ez jî dibejim Na, min jî ji kar bavêjin” diyar kir ku ew ê bi awayekî net bêje “Na”.
Piştî pêşkêşvanê Kanal D Îrfan Degîrmencî li ser hesaba xwe ya tora civakî got ew ê bêje “Na” ji kar hat derxistin, lîstîkvan Şevket Çoruh jî got ““Ez jî dibejim Na, min jî ji kar bavêjin” di röportaja dayîn rojnameya Cumhuriyetê de got ew ê bi awayekî net bêje “Na”.
Çoruh, li ser pirsa “Dema Îrfan Degîrmencî got ew ê bêje Na ji Kanal D hat avêtin, li ser tora civakî we behsa rolê xwe yê Arka Sokaklar kir û got ‘Ez jî dibêjim Na min jî serxînin’ hûn çi dihizirîn dema we ev got? Bersiva: “Ev hesteke ku ji dile mirov tê ye. Min fam nekir çima kesek ji ber gotiye ez ê bêjim Na ji karê xwe tê avêtin. Ji tiştên fêm nekim re bertek nîşan didim. Li ji be tiştekî yan jî uxira tiştekê ye. Ez bi awayekî net di vê referandumê de dê bêjim Na. Ji xwe ez fam nakim çima kesekê dibêje Na ji karê xwe tê avêtin ev yek min aciz dike.”
Çoruh, da zanîn piştî daxuyaniyê tu bertek ne girtine û wiha got: “Ji îro pêde dê bertek bên nizanim. Em dikarin vê roportajê hemûyê ji bo ‘Na’yê bikar bibin. Di vê roportajê de gelek hevokên min gotin ji bo bêjim ‘Na’ têrê dikin…”