KIRKLARELÎ - Gundê ji serdema neolotîk maye Aşagi Pinar yê Kirklareliyê dîrokê ronî dike. Gundê ku şopa 8 çandên cuda hatiye dîtin, heta Berîya Zayînê 6200 salan ronî dike.
Gundê ji serdema neolotîk maye, gundê Aşagi Pinar, heta hezar û 400 sal berê şopa jiyana niştecihî berdewam kiriye. Gundê ku şopa 8 çandên cuda li ser pişta wî xuya dibe, di kolandinên salên dawî de belge û daneyên ku dîrokê ronî dike derketin holê. Di kolandinê de şopên Neolitik û Kalkolitik jî derketin holê. Gundê li çiyayê Istranca derket holê û ji mîmariya 2 û 3 qatan pêk tê, şopê jiyana berîya mîladê jî li ser pişta xwe dide xuyakirin. Ji bo dîrok û çanda gund bidin naskirin xebatên muzeyê tên kirin û dixwazin bi vê muzeyê çand û dîroka vî gundî bidin nasîn. Dixwazin bi vê muzeyê dîrok û çanda vî gundî bidin nasîn. Di yekîneya kolandina gund de Hîndekarê Beşa Zanistiyên Prehistorya yê Zanîngeha Stenbolê Prof. Dr. Mehmet Ozdag, diyar kir ku ekolojîst û erdkologên Kirklareli jî piştgiriyê didin wan û kolandin ji 3 beşan pêk tên. Di beşa yekemîn de li ser arkeoloji û wateya we radiwestin, di beşa duyemîn de li ser serdema Neolitik û jiyana mirovên wê demê radiweste. Di beşa sêyemîn de jî li ser teknîk û amûrên wê serdemê radiwestin. Berhemên dîroki yên di kolandinê de derdikevin holê didin muzeya Kirklareliyê.