EDENE - Rojnameger Hakan Ergun ê di 31'ê Adarê de ji girtîgeha Kurkçulerê hat berdan, dê her hefteye 11 caran îmze bide qereqolê. Her çend serbest hat berdan, jî dê hemû rojên wî li qereqolê derbas bibe.
Rojnameger û xebatkarê Rojnameya Azadiya Welat û Ozgur Gundemê yê Edeneyê Hakan Ergun, di 28'ê Adarê de ji aliyê 2'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Edeneyê ve hat berdan. Ergun piştî 8 mehan girtî ma serbest hat berdan. Roja ku hat berdan di heman rojê de li ber deriyê girtîgehê hat binçavkirin û piştre di 31'ê Adarê de bi şertê kontrola edlî hat berdan. Hakan Ergun, her çend serbes hat berdan jî dê di nava hefteyê de 11 caran li qereqolê îmze bide. Ergun, anî ziman ku piştî hat berdan polîsan zextên derûnî li ser malbata wan meşandin û wiha gto: "Ez di 28'ê Adarê de hatim berdan. Roja ez hatim berdan, polîsan ez li ber girtîgehê binçav kirim. Polîsan hem ez û hem jî malbata min a li ber deriyê girtîgehê rawestiya bû mexdûr kirin. Ez hatim binçavkirin lê sedema binçavkirinê ji min re negotin. Ez 3 rojan li midûriyeta polîsan di bin çavan de mam."
'CEZA LI SER CAZA DAN MIN'
Ergun, bertek nîşanî biryarê da û anî ziman ku her çend serbest hatibe berdan dîsa ceza lê hatiye birîn û wiha got: "Ez di çarçoveya lêpirsînê de 8 mehan hatim girtin. Li gel ku ez girtî bûm jî dîsa ji heman dosyayê dozek din hat vekirin. Di herdu dosyayan de jî parvekirinên min ên medya kirine hincet. Ez ji her du dozan jî bi şertên kontrola edlî hatim berdan. Ez dê ji dozekê hefteyê 4 rojan biçin îmze bavêjim. Ji dozekê jî ez dê hefteyê 7 rojan biçim îmze bavêjim. Ez dê di nava hefteyekî de 11 îmzeyan bidin qereqolê. Dixwazin bi vî rengî zewtên derûnî li ser min zêde bikin."
'MEDYA HAWIZ GEL DIXAPÎNE'
Ergun, anî ziman ku roja ew hat binçavkirin di heman rojê de rojnameger Murat Karakaş û Fahrettin Kiliç jî hatin binçavkirin û medya hawiz ew kirin hedef. Ergun, da zanîn ku medya bi arasteya polîsan nûçeyan çê dike û gel şaş agahdar dike û wiha got: "Ez dê der barê van nûçeyên derew de serlêdana sûc bikim. Ez wekî rojnamegerekî qet vê rewşê qebûl nakim. Medya hawiz bi nûçeyên şaş gel dixapîne û şaş agahdar dike."
'LI KURKÇULERÊ POLÎTÎKAYÊN RAGEŞIYÊ DIMEŞÎNIN'
Ergun, da zanîn ku piştî 15'ê Tîrmehê û îlana OHAL'ê zextên li ser girtîgehan zêde bûn û wiha got: "Ez 8 mehan girtî mam. Rêveberiya Girtîgeha Tîpa F a Kurkçulerê her dem polîtîkayên rageşiyê pêş xist. Zor li me dikir ku em bi Girtiyên ji doza Cemaeta Gulen û girtiyên ji doza DAİŞ'ê re di heman kabîneya hevdîtinê de derdixistin salona hevdîtinê. Em 2 meh berê rastî êrîşa gardiyan hatin. Gardiyan û leşkeran dem dem bi ser odeyên me de digirtin û alav û amûrên me yên taybet desteser dikirin."
Ergun, herî dawî bal kişand ser çalakiya girtiyên greva birçibûnê û wiha bi dawî kir: "Derketina revîrê 2 rojan berdewam dike. Disa doktor îlacên şaş didin girtiyên nexweş. Ji 30 girtiyan ji bo dorvegera 5 rojan dest bi çalakiya greva birçibûnê kirine. Girtiyê saleke di yek huceryê de tê girtin Denîz Ozdemir ji bo ji yek hucreyê derkeve ji 10'ê Adarê heta niha di gireva birçîbûnê de ye. Rojên borî rewşa wî giran bû.
Divê hemû kesên li derve li hemberî çalakiya girtiyan hestiyan û hişyar tev bigerin. Di aloziyek biçûk de dibe ku rageşî û bûyerêm nezin derkevin. Divê her kes bibe dengê girtiyan.