'Bêjin Na' li Mûşê jî hat qedexekirin

MÛŞ - Strana referandumê ya "Bêjin Na" ya HDP'ê piştî Şirnex, Wan û Amedê li Mûşê jî hat qedexekirin.

Strana referandumê ya "Bêjin Na" ya HDP'ê piştî Şirnex, Wan û Amedê li Mûşê jî ji aliyê Walîtiya Mûşê ve hat qedexekirin. Walîtiya Mûşê bi îdiaya ku "Bêjin Na" "gel texrîkî kîn û dijminatiyê dike" "di rewşa aram û ewlehiyê de bibe sedema neyîniyan" stran qedexe kir.