ENQERE - Akademîsyenên ku bi KHK’ê hatine îxraçkirin, ji bo piştevaniyê çûn ziyareta Nuriye gülmen û Semîh Ozakça û gotin “Gotin a kesên li ber xwe didine.”
Akademîsyenên bi KHK'e hatin îxraçkirin û Akademiya Kolanê ava kirin, dersên xwe yên li kolanê berdewam dikin. Akademîsyenên Kalonê vê hefteyê çûn serdana Nuriye Gulmen û Semîh Ozakçay ên ku ev 25 rojin li ser Kolana Yukselê di greva birçîbûnê de ne.
'GOTIN A KESÊN LI BER XWE DIDINE’
Endamên Akademiya Kolanê wekî her hefteyê texteyê ku navê “Texteyê Reş” lê kirine ligel xwe digerînin û li ser dest didin, li ser navê Nuriye Gulmen, Semîh Ozakça û bi tîpên mezin “Berxwedan” hat nivîsîn. Akademîsyenên ku ziyaret pêk anîn gotin “Hewceyî hevokên dirêj nake. Gotin a kesên li ber xwe didine” û peyama piştevaniyê dan.