Ji Dayikên Aştiyê ji bo girtiyên di çalakiyê de ne bangawazî

MÊRDÎN - Endamên Meclisa Dayîkên Aştiyê ya Mêrdînê ji bo balê bikişînin rewşa girtiyên di greve birçîbûnê de ne daxuyaniyek dan û diyar kirin ku heke mirin çêbibe kes nikare hesabê vê yekê bide.


Li Mêrdînê endamên Meclisa Dayikên Aştiyê ji bo balê bikişînin ser girtiyên di girtîgehan de bi armanca rakirina tecrîra Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û rewşa girtîgehan ketibûn greva birçîbûnê li avahiya HDP'ê daxuyaniyek dan. Dayîk Helîme Îşik li vir axivî û diyar kir ku dema li girtîgehan mirin çêbibe kes nikare hesabê vê yekê bide. Îşik anî ziman ku divê demildest daxwazên girtiyên di çalakiyê de ne bê cih û wiha axivî: "Divê hin di çalakiya birçîbûnê de şehît çênebûne em deng bidin girtiyan. Pêwîste herkes di vî warî de hestiyar tevbigere. Daxwaza me rakirina tecrîda li ser Ocalan e. Em ji bilî azadiyê tiştek naxwazin"