'Bexçeyê Hewselê tune dibe’

AMED - Platforma Parastina Hewselê diyar kir ku bi xebat û projeyên li ser Geliyê Dîcleyê dikare Robarê Dîcleyê yê ku 8 hezar sale heta roja me ya îro hatiye bê parastin, ger dest bi çêkirina Geliyê Dîcleyê bê kirin dê Bexçeyê Hewselê yê ku ketiya lîsteya Mîrasa Çandê ya Cîhanê UNUSCO tune bibe.

Platforma Parastina Hewselê ku ji aliyê 32 saziyên civaka sivîl û ekojîstan ve li Amedê hatiye avakirin, xwestin derbarê texrîbat û talana li baxçeyên Hewselê ya di bin navê “Veguhestina Bajar” de daxuyaniyekê bidin rastî astengiya polîsan hatin. Parlamentera HDP’ê ua Amedê Sîbel Yîgîtalp, endamên MYK’ê yên HDP’ê, akademîsyen Beyza Ustun, endamên platformê û gelek ekolojîstên ji bajarên cuda hatine tevlî daxuyaniyê bûn.

Polîsên ku riya taxa Fîskaya ya diçe qada hilweşandin lê didome bi TOMA û wesayîtên zirxî giritn û biryara Waliyê Amedê ya li qadên vekirî daxuyanî nayê dayîn nîşan dan.

Di encama muzakereyên polîs û komê de bi şertê ku daxuyanî nedin destûr hat dayîn ku li qadê bigerin. Polîsan destûr nedan ku derbarê hilweşîna li qadê de agahiyan bidin ekolojîstan û ne hiştin dirûşmeya “Bijî Berxwedana Hewselê” jî bê berzkirin. Piştî lêkolînên li qadê ekolojîstan li Egîtîm Sena Hejmar 1 daxuyanî dan çapemeniyê.

'DÊ QADA ÇANDINIYÊ YA 5 HEZAR SALÎ TUNE BIBE’

Endama Meclîsa Ekolojiyê ya Amedê Suna Sumer di daxuyaniyê de axivî û wiha got: “Geliyê Dîcle û Baxçeyên Hewselê yên 5 hezar salî yên ku sedemê hebûna bajarin bi projeyên rantê yên Wezareta Derdor û Bajarvaniyê re rû bi rû ne. Proje û xebatên kut ê xwestin li ser Geliyê Dîcleyê bê kirin ne parka xwezayî parka bajariye, bi vê projeye dixwazin li ser qada xweza û ekolojik riyên berfireh, salonên sporê, li ser robar regülatör bên avakirin. Bi vê re tê xuyakirin biryara riya vekirina tîcaretê girtiye. Bi biryar û planên îktîdarê tê xwestin Geliyê Dîcleyê bê tunekirin û ev jî sûcê li dijî mirovatiyê ye. Ev jî tê wê wateyê ku dê qada ku ev 5 hezar sale bajarê Amedê xwedî dike tune bibe.”

BANGA TÊKOŞÎNÊ

Sumer da zanîn vi van projeyên hatine amadekirin welatiyên ku ji çandiyê sûdê digirin ji nedîtî ve tên û wiha axivî: “Divê proje û planên di vê çarçoveyê de li ber destê Wezareta Derdor û Bajarvaniyê ne bên betalkirin. Divê projeyên ku hemû gelê Amed, STK’ên li bajar bi muzakereyan bên amadekirin. Em bang li hemû ekolojist, hawirdorên baldar dikin ku xwedî li Bexçeyên Hewlesê derkevin û dawetî hunandina têkoşînê dikin.”