8 kes li Dihê hatin berdan

SÊRT/RIHA - Li navçeya Dihê ya Sêrtê ji 42 kesên ku hatibûn binçavkirin 22 duh û 8 kes jî îro serbest hatin berdan. Li navçeya Bîrecikê ya Rihayê jî zarokê tîşortê Ocalan li xwe kir û hat binçavkirin, hat berdan.

Li gundên navçeya Dihê ya Sêrtê di navbera 30-31'ê Adarê de polîs û leşkeran bi ser malan de girtibû û 42 kes binçavkiribûn. Ji 42 kesên hatin binçavkirin jê 22 kes duh hatin berdan. Piştî lêpirsînê 8 kesên din sewqî dozgeriyêkirin û li edliyê serbest hatin berdan. Rêveberê DBP'ê yê Dihê Orhan Yildirim û Tahsin Aksu jî di navde kesên bi navê Hasan Erdoğan, Bahattin Aksu, Faruk Demir, Zeki Algan, Adnan Özkan ve Rızgar Aksu hatin berdan.

12 kesên din hêj li Midûriyeta Polîsan a Dihê di bin çavan de ne.

RIHA

Li navçeya Bîrecîkê ya Rihayê jî zarokê ku konvoya HDP'ê ya "Na" pêşwazî kir, ji ber li ser tişortê wî wêneyê Ocalan heye, polîsan ew binçavkirin. Zarokê 10 salî M.A.A.piştî li Midûriyeta Polîsan a Bîrecîkê îfade da serbest hat berdan.