Rojnameger Buldan bi krîza dil jiyana xwe ji dest da

AMED - Rojnameger û Edîtora Rojeva Medya Evin Buldan krîza dil derbas kir û jiyana xwe ji dest da.

Rojnameger û Edîtora Rojeva Medya Evîn Buldan krîza dil derbas kir û jiyana xwe ji dest da. Buldan ku ji 2011'an heta niha rojnamegeriyê dike û di Rojnameya Azadiya Welat de edîtorî kir. Piştî rojnameya Azadiya Welat bi biryara KHK'ê hat girtin derbasî Rojeva Medya bû. Buldan, herî dawî di Rojnameya Rojava Medya de edîtorî dikir.

Buldan, di saetên êvarî de krîza dil derbas kir û li Nexweşxaneya Dewletê ya Selahattin Eyyubî li gel hemû mudaxaleyan jiyana xwe ji dest da. Buldan ji bo karê otopsiyê li Nexweşxaneya Dewletê ya Selahattin Eyyubî tê rawestandin. Heval û hempîşeyên Buldan ên rojnameger piştî agahî bihîstin hatin ber nexweşxaneyê kom bûn.

Malbata Buldan a li Geverê dijî piştî agahî bihîstin ji Geverê ber bi Amedê ve ketin rê. Rawestîna rojnamegeran a li ber nexweşxaneyê didome.