Onder: Li welat hewa 7'ê Hezîranê heye

ENQERE - Parlamenterê HDP'e yê Enqereyê Sirri Sureyya Onder, di çarçoveya xebaten referandumê de li Sincanê tev bi şahiyê bû. Onder, ani ziman ku li welat hewaya 7'ê Heziranê heye û wiha got: "Hûn dê di 16'ê Nîsane de bi rêya demokratîk bibînin ku dê şerm bikin nikaribin derkevin nava civakê."

Rêxistina HDP'ê ya Sîncanê di çarçoveya xebatên referandumê de şahiya bi navê “Gelê Sîncanê di xêrê 'Na'yê de têm cem hev" pê anî. Şahî li Salona dawetê ya Happy Gardenê pêk hat. Parlamenterê HDP'ê yê Enqereyê Sirri Sureyya Onder, endam û rêveberên HDP'e yên Enqereyê û gelek siyasetmedarên din amade bûn. Di şahiyê de hunermend Mazlum Bager, Servet Dilgeş, Cemil Usta û Mecit Bag derketin ser dikê û stran strandin. Di şahiyê de pankarta “Bijî biratiya gelan" hat vekirin. Dîsa bi rengên cuda flamayên "Na" hatin rakirin. Bê navber strana "Bêjin Na” hat strîn.

Di şahiyê de polîs bi kuçikan hatin salonê û li salonê lêgerin kirin. Ev hewldana polîsan bû sedema rageşiyê.

'GELÊ KURD NABÊJE ERÊ'

Hevseroka HDP'ê ya Enqereyê Birsen Kaya, anî ziman ku bi hêzek mezin mil dane mil û bi hevre dibêjin "Na" Kaya. anî ziman ku gelê kurd tu carî ji zilm, înkar û îmhayê re nabêje 'Erê' û kurd ji OHAL, KHK; îmha û înkarê re dibêjin "Na."

RÛMETA WE JI KEDA WE BÊTIR PÎROZ E

Parlamenterê HDP'ê Sirri Sureyya Onder jî wiha got: "Bi zilmê encam nayê girtin. Ger ku li cihekî bi deh hezaran kes bên girtin, mirov nikare ji wan re bêje terorîst. Li wir tiştekî din heye. Li tu derên cîhanê rêxistinek bi deh hezaran terorîstê wê tune ye. Gel tu carî li dijî zilm û zordariyê gav paşve neavêtiye. Gel tu carî rûmeta xwe û keda xwe neavêtiye. Her dem rumeta xwe parastiye. Rûmet ji kedê bêtir pîroztir e. Gel dibêje hûn nikarin çond bi me bidin şikandin. Di cîhanê de ji Rojava heta Sîncanê xet tê avakirin. Sedsala 21'an êdî aydî gelê kurd e. Li pişt vê yekê ked û zahmetiyek gelek mezin heye. Gelek heval û hevrêyê me di vê oxirêde hatin girtin. Ketin bin axa sar. Tu carî ji îzet, haysiyet û şerefa xwe tawîz nedan. Ji bo jiyanek azad, arab, biratî û edalet têkoşiyan. Gotin cîhanek azad pêkan e. Daxwaz û tekoşîna azadiyê bê dawî ye. Lê dawiya zilmê heye. Êdî mirov vê zilmê qebûl nakin. Êdî dawiya vê zilmê hatiye û gel ji vê zilmê re dibêjin ‘Êdî Bese’.

Onder, di çarçoveya xebaten referandumê de li Sincanê tev bi şahiyê bû. Onder, ani ziman ku li welat hewaya 7'ê Heziranê heye û wiha got: "Hûn dê di 16'ê Nîsane de bi rêya demokratîk bibînin ku dê şerm bikin nikaribin derkevin nava civakê."