RIHA - Hevalê dibistanê yê Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan Şevket Uçar qala bîranînek xwe yên bi Ocalan re kir û wiha got: “Carekê 2-3 kesan li min xist. Li gel ku ew xizmên Ocalan bûn, ji ber neheqî li min kirin Ocalan li wan xist. Ocalan di wê demê de li hemberî neheqiyê disekinî.”
Yek ji şahidên jiyana Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan hevalê wî yê dibistanê Mamoste Şevket Uçar e. Uçar û Ocalan ji heman gundî ne û di zarokatiya xwe de bi hev re diçûn gundê Cîbinê dibistana seretayî dixwendin.
‘EM BI HEV RE DIÇÛN KUŞTINA MOZAN’
Uçar bîranînên xwe yên bi Ocalan re wiha tîne ziman: “Em bi hev re diçûn kuştina mozên sor. Mozên sor li mirovan dixistin û dema ji carekî zêdetir li mirovekî bixistina ew kes dimir. Ji ber zirar didan derdorê em jî diçûn me ew dikuştin.”
‘OCALAN LI HEMBERÎ NEHEQIYAN RADIWESTIYA’
Uçar diyar kir ku ew û Ocalan bi hev re diçûn dibistanê û Ocalan wek birayekî ew diparast. Uçar bîranînek xwe ya di gel Ocalan wiha vegot: “Ez refa 1 bûm Ocalan jî refa 5 bû. Ji ber ku ji me mezintir bû em diparastin. Rojekê 2-3 kes hatin û li min xistin. Ew kes xizmên Ocalan bûn. Ji ber ku ez bi tenê bûn, li şûna Ocalan pişt xizmên xwe bike ez parastim. Ji wan re got ‘ev guneye hûn çima lêdixin?’ Ocalan li wan xist û ez parastim. Piştî wê ew jî çûn mala Ocalan dan ber keviran û dema bavê Ocalan destnimêj dikir kevirek lêket. Bavê min jî giliyê wan kesan kir. Mamoste jî guh da gotinên Ocalan û li wan xist. Carek dij jî kesekî destê xwe neda min. Ji ber neheqî li min kirin Ocalan ez parastim. Ji wî demê ve Ocalan neheqî nedipejirand û li dijî disekinî.”
Uçar hevîtina xwe ya dawî bi Ocalan re wiha anî ziman: “Herî dawî min Ocalan di 1976’an de dît. Bavê wî jiyana xwe ji dest dabû, em hatibûn sersaxiya wan. Ez wê demê ji Erzurumê ji bêhdanê hatibûm. Carek din jî min ew nedît.”