RIHA- Xizma Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan Ferehnaz Ocalan diyar kir ku wê di jiyana xwe de carekê Ocalan dît û wiha got: “Carekê di dema îşkenceyê de Ocalan ji min pirsîn, min jî got ‘bi xwedê min tenê carekê dîtiye, ez pêrejî neaxivîme ‘. Leşkeran ji min re got ‘Ji bo rêxistinê carekê dîtina Ocalan bes e’ ”
“Min Ocalan di jiyana xwe de carekê dît. Dema ku leşkeran ez binçav kirim û êşkence kirim jimin re gotin ‘dibe ku te carekê dîtibe, wê car ji bo birêxistinkirina te bese’. ” Hevjîna pismamê Ocalan Ferehnaz Ocalan bîranîna xwe ya girêdayî Ocalan vegot. Rojekê li ser girek di navbera gundê Amara û Ortayolê Ocalanbi 5-6 hevalên wî yên şoreşger re dibîne. Ferehnaz da zanîn ku wê ji jinek li cem xwe pirsî ew kîye û hevjîna hevala wê jî jêre got “Ew Evdilayê we ye” û wiha pêde çû: “Di jiyana xwe de min tenê wê carê dît, ji xwe ez pêre neaxivîm. Dema min lê niherî di ser milê xwe re limin temaşe kir. Careke din jî min nedît.”
FEREHNAZÊ HER TIM NEWROZ BI GUNDIYAN DIDA PÎROZKIRIN
Ferehnaz da zanîn ku birayên wê jî ji DEV-SOL’ê bûn, Ocalan hevalê birayên wê bû. Ferehnaz piştî zewicî û sê zarokên wê tevlî refên PKK’ê bûn wiha got: "Dema min li gundê Amara hertim qirşik kom dikir. min Newrozê bi gel dide pîrozkirin. Ji ber vê yekê jî hertim leşker ez binçav dikirim û îşkence li min dikir. Leşkeran ez binçav kirim, di dema îşkenceyê de ji min pirsîn, te Apo ditiye? Min jî got bi xwedê min tenê ew carekê dît û em qet neaxivîn. Wan jî gotinên nexweş ji min re kirin û wiha gotin ‘ji bo ew te birêxistin bike carek dîtina wî bese.”