ANTALYA - Karmendên li Antalyayê bi KHK'ê hatin îxrackirin diyar kirin ku dê di 16'ê Nîsanê de bêjin 'Na' Karmend û akademîsyen Erdal Gîlgît, diyar kir ku ji bo wekî Almanyaya Hitler Tirkiye jî neçe felaketê dê bêjin "Na". Kedkarê tendurdistiyê Veysel Akboga jî anî ziman ku ji bo tenduristiya ruh, hiş û bedena Tirkiye dibêje "Na".
Ji referanduma 16'ê Nîsanê re 13 roj man. Bi nêzîkbûna referandumê re eniya "Na" her diçe mezin dibe. Niha jî akademîsyen û karmendên bi KHK'ê hatin îxrackirin diyar kirin ku ew dê bêjin "Na". Kedkarê tenduristiyê Veysel Akboga yê di 29'ê Cotmeha 2016'an de bi KHK'ê i Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdehiyê ya Antalyayê hat îxrackirin diyar kir ku ji ber ew bi awayekî keyfî hat dûrxistin dê bêje "Na" û wiha got: "Ji ber ku ez hatim îxrackirin û ji karê xwe dûr ketim pêşeroja min reş bû. Vê yekê jî têra wan nekir karê ku min bi derfetê xwe ava kir jî hat astengkirin. Ez dê li dijî hemû neheqî û bê hiqûqîya li dijî mafan bêjim 'Na' Sedema herî mezin jî keda min ji destê min hatiye girtin. Keda min hatiye xwarin. Ez dê li dijî kedxwariyê bêjim 'Na'. Ger ku 'Erê' derkeve dê welat biçe nava kaosê."
'LI DIJÎ DÎKTATORIYÊ NA'
Akboga, destnîşan kir ku dê ji bo civaka bi tenduristî, fikra bi tenduristî û jiyan û ruhekî bi tenduristî bêjin 'Na'. Akboga, xwest li dijî dîktatorî û zilma li ser gel tê meşandin her kes bêjin "Na."
'LI DIJÎ FELAKETÊ NA'
Akademîsyen Erdal Gîlgît ê di 21'ê Mijdara 2016'an de bi KHK'a hêjmar 677'an hat îxrackirin jî anî ziman ku naxwazin Tirkiye bişibe Almanyaya Hîtler û wiha got: "Ji bo Tirkiye nebe wekî Almanya mduydkf Hîtler û Tirkiye neçe felaketê em dibêjin Na'. Gîlgît, anî ziman ku Serokomar bi hevkariya MHP'ê dixwaze pergalek nû bîne û wiha got: "Dixwazin wekî Almanya Hitlerê Tirkiye bibin felaketê. Li dijî felaketê emê bêjin 'Na' Ji bo aştî, û demokrasî li vî welatî pêş bikeve em dê bêjin 'Na' ."
LI DIJÎ ÎXRACAN NA'
Kedkar Mustafa Vakit ê di 6'ê Sibatê de bi xala 686'an a KHK'ê hat îxrackirin jî anî ziman ku dê bêjin "Na" û wiha got: "Em dê li dijî îxracan bêjin 'Na'. Ji bo li Tirkiye demokrasî û rêveberiyên herêmî bêtir pêş bikevin em dê bêjin 'Na.' Li dijî rejîma dîkta û ji bo zelalî pêş bikeve em dê bêjin 'Na' Li dijî terbiyekirina mirovan û fikrê û ji bo azadiya ramanê em dê bêjin 'Na'.
LI DIJÎ NEZANÎNÊ EM DÊ BÊJİN NA'
Karmendên 26 salin kedê dide Huseyin Karabulut ku bi KHK'ê hat îxrackirin jî anî ziman ku ew dê li dijî cehalet û nezanînê bêjin "Na" û wiha got: "Em bi têkoşîna xwe ya rûmet û keda xwe ya paqij têkoşîna xwe berdewam dikin. Heta niha me gav paşve navêt û em dê tu carî gavan paşve navêjin. Em dê li dijî êrîşên li ser keda xwe, li dijî metîngerî, kedxwarî û neheqiyan bêjin 'Na'.
Ji bo nezanîn û cahiltî bi dawî bibe û ronahî û zanebûn pêş bikeve em dê bêjin 'Na'.