Rêvebera ÎHD'ê Şengul: Encama hemû berxwedan serkeftin e

ÎZMÎR -Rêvebera ÎHD'ê ya Navendî Necla Şengul, li dijî zextên li ser girtiyan tê meşandin û berxwedana girtiyan a li dijî zextan diyar kir ku heta niha hemû berxwedan bi serkeftinê bi encam bûne. Şengul, anî ziman ku girtî ji bo zilma li ser wan bi dawî bibe ketine greva birçîbûnê û wiha got: "Ev ne întîhar e. Ev berxwedan e. Her berxwedan bi serkeftinê bi dawî bibe."

Girtiyên PKK û PAJK'ê li Şakranê, Edîrne, Wan û Sîncanê ji bo dawî li tecrida li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bên, zextên li ser mafên girtiyan bi dawî bibin û dorpêç û operasyona li ser gundan û kurdan bi dawî bibe dest bi çalakiya greva birçîbûnê kiribûn. Çalakiya greva birçîbûnê ya girtiyên li Girtîgegeha Şakranê 48, li Wanê, 28, li sîncanê 40 rojin didome. Girtiyên ku zêdeyî mehekê ne di çalakiyê dene tenduristiya wan ber bi xerabûnê ve diçe. Têkildarî çalaiya greva birçîbûnê û binpêkirina mafên girtiyan Berpirsiyara Rêxistinbûnê û Cîgira Hevserokên Giştî ya Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD), Necla Şengul nirxandin kir. Şengul, anî ziman ku li Tirkiye heta niha 3 çalakiyên mezin ên greva birçîbûnê pêk hatine û wiha got: "Mafê jiyanê pîroz e. Ji bo girtî bi lezgîn dawî li çalakiyê bînin divê bi lezgîn daxwazên wan bên qebûlkirin. Em dibînin ku li Tirkiye û Kurdistanê zextên li ser girtiyan zêde dibin. Ji bo ku rê li pêş girtiyan tên girin, girtî mecbûr serî li riya greva birçîbûnê bidin."

'RENGÊ ÎŞKENCEYÊ HATIYE GUHERTIN'

Şengul, anî ziman ku şekl û şemalê zext û îşkenceyê hatiye guhertin û wiha got: "Li girtîgehan tu carî zext û îşkence bi dawî nebûye. Tenê reng û ruyê xwe diguhere. Dewlet ji bo hêza xwe nîşan bide berî her tiştî êrîşî girtiyên siyasî dikin. Hevdîtinên wan ên bi malbatan re qedexe dikin. Kesên tên girtin rastî lêgerîna tazî tên. Îşkenceya li girtîgehan ne tenê lêdana bi copan û lêdana hişk e. Ne avêtine odeyên bi singer in. Ziyaretên malbatan qut dikin. Nameyan nadin girtiyan. Pêkanînên niha ji yên 12'ê Îlonê xerabtir in. Girtî ji bo li diji van zextan bêjin "Na" ketine greva birçîbûnê. Ev ne cureyê întiharê ye. Ev cureyekî berxwedanê ye. Em ji nameyên dişînin fam dikin ku zextên li ser wan gelek giran in. Her berxwedana li dijî zilmê bi serkeftinê bi encam dibe. Îro girtî ji bo balê bikişînin ser zextan bedena xwe dane ber mirinê. Lê rayedar vê yekê nabînin. Divê rayedar zanibin ku ev mirov ji bo parastina mafên mirovan ketine çalakiyê. Saziyên sivîl ên civakî divê dengê wan bibhîzin. Divê teqez dewlet daxwazên wan qebûl bike. Ji bo girtî dest ji vê çalakiyê berdin divê daxwazên wan bê qebûlkirin.

'JIYANA HER GIRTÎ JI DEWLETÊ TÊ PIRSÎN'

Şengul, destnîşan kir ku her girtiyê li girtîgehê dewlet ji jiyan û ewlehiya wan berpirsiyar e û ger tiştek bê serê wan dewlet berpirsiyar e û wiha got: "Li gorî peymana navneteweyî divê yê maf û ewlehiya girtiyan biparêze dewlet bi xwe ye. Divê dewlet mafê jiyanê yê girtiyan biparêze û têxe bin ewlehiyê. Dîsa li gorî peymana mafên mirovan a navneteweyî dewlet dê hesabê binpêkirina mafên jiyana girtiyan bide.

Şengul, anî ziman ku hemû dewletên peymana mafên mirovan a navneteweyî imze kirine dê rojekê teqez ji ber van pêkanînên li dijî mafên mirovan bên darizandin û tawanbarkirin.