‘Heta Ocalan azad nebe xwîn nasekine'

ÊLIH - Endamên Meclîsa Dayikên Aşktiyê yên Êlihê amadekariyê dikin ku ji bo 4'ê Nîsanê Rojbûna Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan pîroz bikin biçin Amarayê. Endama Meclîsa Dayikên Aştiyê Sultan Azboy anî ziman ku ew hêvî dikin ku di sala pêş de Ocalan di nava gel de rojbûna xwe pîroz bike û wiha got: "Heta Ocalan azad nebe ev xwîn naskine."

Her sal di 4'ê Nîsanê de bi boneya Rojbûna Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ji çar aliyên Tirkiye bi deh hezaran welatî berê xwe didin Amara û 4'ê Nîsanê Rojbûna Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan li Amara pîroz dikin. Îsal jî li gelek bajaran amadekariya Meşa Amara ya 4'ê Nîsanê tê kirin. Li Êlihê jî Endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê wekî her sal îsal jî amadekariyê dikin ku bi girseyî biçin Amara. Endama Meclîsa Dayikên Aştiyê Sultan Azboy (60), anî ziman ku heta bi Ocalan re hevdîdin nekin û muzakere nekin aştî nayê vî welatî û wiha got: "Tenê daxwaza me ewe ku hevdîtin û muzakereyên bi Ocalan re ji nûve dest pê bike ye. Her kes divê çi bikeve ser mile wan bike. Em êdî aştiyê dixwazin û dixwazin her kes ji bo aştiyê têbikoşe.Ev zilm dê heta kengî bidome. Ger ku bi Ocalan re hevdîtin hatiba kirin niha ev xwîn bi temamî sekinîbûya û her tişt çareser bûbûya."

‘GER HEVDÎTINA BI OCALAN RE BERDEWAM KIRIBÛYA KOMKUJIYA CIZÎRÊ NEDIBÛ'

Azboy, destnîşan kir ku ger hevdîtina bi Ocalan re berdewam kiribûya li Cizîrê komkujî çênedibû û ew qas talankirin û pêreankirin pêk nedihat û wiha axivî: "Dive her kes ji bo xwîn bisekine têbikoşin. Êdî bes e. Azadiya Ocalan azadiya me ye. Ocalan ne tenê gelê kurd dê hemû gelên cîhanê azad bike. Heta Ocalan azad nebe azadî nayê vî welatî."

‘EM DÊ BIÇIN AMARA ROJBÛNA OCALAN PÎROZ BIKIN'

Endama Meclîsa Dayikên Aştiyê Muhlise Kina (60) jî diyar kir ku ew şer û komkujiyê naxwazin û wiha got: "Em hevî dikin ku ev rojbûn bibe destpêka aştî û aramiyê. Em hêvî dikin ku Ocalan sala bê di nava gel de rojbûna xwe pîroz bike. Em tenê aştiyê dixwazin. Ji bo aştiyê em dê biçin Amara û em dê Rojbûna Birêz Ocalan pîroz bikin. Divê her kes zanibe ku heta Ocalan azad nebe jin û bindest azad nabin."
Kina, xwest ji bo aştiyek mayinde û çareseriya pirsgirêka kurd bi Ocalan re ji nûve hevdîtin bêkirin û wiha got: "Hemû dayik êşê dijîn. Bila sivîl, leşker û gerîlla neyên kuştin. Bila demek berî demekê bi Ocalan re hevdîtin ji nûve bêkirin."

‘JI BO ZAROK NEYÊN KUŞTIN DIVÊ OCALAN AZAD BIBE'

Dayika 45 salî Şukran Akkurt jî anî ziman ku heta Ocalan azad nebe tu kes azad nabe. Dayika 70 salî Aliye Işik xwest biçin gundê Ocalan û rojbûna wî pîroz bikin. Işik, wiha got: "Her kes zarokên me ne. Em naxwazin tu zarok bên kuştin. Ji bo zarok neyên kuştin divê Ocalan azad bibe. Em aştiyê dixwazin. Dayika 50 salî Elif Tuluktemur jî xwest Ocalan azad bibe û aştiyek mayinde pêş bikeve.
Dayika 70 salî Menfiye Çelik jî anî ziman ku azadiya gelê Tirkiye girêdayî Azadiya Ocalan e û wiha got: "Xwedê sebra Yusup pêxember daye wî. 19 salin li zindanê di ber xwe dide. Em awer dikin ku Ocalan jî wekî Yusuf pêşember rojekê dê rojekê ji zindanê derkeve û em dê hemû azad bibin. Heta ew azad nebe em tu kes azad nabin." Ez bawer dikim salek din dê azad bibe û em dê li gundê wan bi hevre rojbuna wî pîroz bikin. Dayika 42 salî Melahat Sarhan jî anî ziman ku dê biçin Amara û xwest Ocalan azad bibe.