AMED - Înîsiyatifa Rojnamegerên Azad (ÎRA) û Kongreya Civaka demokratîk (CKD) ji bo heval û malbata Rojnameger Evîn Buldan sersaxî xwest.
Înîsiyatifa Rojnamegerên Azad (ÎRA) û Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), ji bo Rojnameger û Edîtora Rojeva Medya Evîn Buldan a di 2’ê Nîsanê de krîza dil derbas kir û jiyana xwe ji dest da peyama sersaxiyê weşand. Înîsiyatifê, di daxuyaniyê de diyar kir ku Buldan ku ji 2011'an heta niha rojnamegeriyê dike û di Rojnameya Azadiya Welat de edîtorî kir. Piştî rojnameya Azadiya Welat bi biryara KHK'ê hat girtin derbasî Rojeva Medya bû. Buldan, herî dawî di Rojnameya Rojava Medya de edîtorî dikir. Înîsiyatifê wiha got: Em wekî Înîsiyatifa Rojnamegerên Azad (ÎRA) bi vê mirina bê wext û di temenê ciwan de hevala me ya rojnameger Evîn Buldan ji nava me bir pir xemgîn û bi êş in. Em dibêjin Rahmeta Xweda li ser be. Ji malbata Buldan, heval û dostên wê yên rojnameger, hemû hevalên wê yên çapemeniya azad û Xebatkarên Rojnameya Rojeva Medya re sersaxî dixwazin."
JI KCD'Ê PEYAMA SERSAXIYÊ
Kongreya Civaka Demoratîk jî peyama sersaxiyê da. KCD'ê, di peyama sersaxiyê de wiha got: "Kedkara çapemeniya kurd û edîtora Rojnameya Azadiya Welat a ku bi darbeya hikûmet-dewleta AKP'ê hat girtin, Evîn Buldan di temenê ciwantiyê de qeyrana dil derbas kir. Me bi xemginiyeke mezin agahiya wefata Evîn Buldan girt. Wefata Buldan ne tenê ji bo çapemeniya azad, ji bo têkoşîna azadiya gelê windahiyeke mezine. Em ji malbata Buldan, xizmên wê, hevrêyên wê û hemû gelên Kurdistanê sersaxiyê dixwazin. Em ê ala berxwedana Buldan û hemû cangoriyan bilind bikin û radigihînin ku têkoşîna wan bi serkeftinê tacîdar bikin."
Navenda Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) jî ji bo Buldan peyama sersaxiyê da. DBP'ê diyar kir ku edîtorê Rojnameya ku xizmetek mezin ji ziman û çanda kurdî re kiriye ya Azadiya Welat Evîn Buldan şevî din bi qeyrana dil jiyana xwe ji dest daye û ew pir xemgîn kirine. DBP'ê ji malbat û hevalên Rojnameger Buldan re sersaxî xwest.