Zarokê tişortê Ocalan li xwe kir berdan bavê wî binçav kirin

RIHA - Li navçeya Bîrecîka Rihayê zarokê ku tîşortê wêneyê Ocalan li ser bû li xwe kiribû duh hat binçavkirin. Polîsan piştî zarok berdan vê carê bavê zarok Abbas Ateş binçav kirin.

Di 2'ê Nîsanê de li navçeya Bîrecîkê ya Rihayê jî zarokê ku konvoya HDP'ê ya "Na" pêşwazî kir, ji ber li ser tişortê wî wêneyê Ocalan heye, polîsan ew binçavkirin. Zarokê 10 salî M.A.A.piştî li Midûriyeta Polîsan a Bîrecîkê îfade da serbest hat berdan. Polîsan piştî zarok serbest berdan vê carê bavê zarok Abbas Ateş binçav kirin û birin Midûriyeta Polîsan a Rihayê.

Malbatê diyar kirin ku polîsan zarok tirsandiye û li zarok dane û ji ber tirsa polîsan zarok gotiye "Bavê min ev li min kir."