ÊLIH - Du kesên çekdar rê li pêşiya maşîneya bangê ya HDP'ê girtin û bi çekan êrîş pêk anîn. 2 kesên çekdar camên maşînê şikandin û bi qontara çekê ajokar darp kirin.
Li taxa Îpragazê ya Êlihê dema maşîna bangê ya HDP'ê xebatên referandumê dikin û banga "Na" dikir, 2 kesên çekdar rê li pêş maşînê qut kirin û êrîşî ajokar kirin. 2 "êrîşkaran bi çekan camê maşînê şikandin û bi qontara çekê li ser û ruyê ajokar xistin. Di êrîşê de ajokar birîndar bû. Ajokarê maşina bangê Celal Îlgen, anî ziman ku bi maşînê di ber Lastîkvanê Çaglayan re derbasî taxa Îpragazê dibû û wiha got: "Li kolanê maşîna plakeya wê 23 a spî rê li pêş min girt. 2 kes ji maşînê daketin û neheqî li min kirin. Piştre çek li min kişandin û camê maşînê şikandin. Êrîşî min kirin û bi pişta çekê ser û ruyê min şikandin. Ger ku ez ji cihê bûyerê dûr neketima dê ez bikuştima. Li cihê êrîşî min kirin dîmenên kamera yê MOBESE jî heye.
Hevserokê HDP'ê yê Êlihe Îkram Îrgî, anî zimanku ev ne êrîşek ji rêzê ye û wiha got: "AKP piştî li Êlihê û li Tirkiye winda kir dest bi êrîşan kir û êrîşî HDP’ê dike. Em vê êrîşê şermezar dikin. Berpirsiyarê vê êrîşê AKP, polîs û walî ye. Divê bi lezgîn berpirsiyaran derxin holê û ceza bikin."