Walî mîtînga HDP'ê ya Manîsa qedexe kir

MANÎSA - Waliyê Manîsa mîtînga HDP'ê ya referandumê bi hinceta îxbar heye û li dijî qala meş û xwepêşandanan e qedexe kir.

Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Manîsayê di çarçoveya referandumê de xwest li taxa Kazim Karabekirê mîtîngê pêk bîne. Lê Waliyê Manîsayê bi hincetan di demên dawî de bûyerên "terorê" zêde bûne destûr neda. Walî bi hinceta îxbar hene û li dijî zagona meş û xwepêşandanan e destûr neda mîtîngê.

Walî hem destûr neda ku HDP mîtîngê pêk bîne, hem jî destûr neda ku şahiyên din jî li vir bê lidarxistin. Walî teblîgat ji rêxistina HDP'ê re şand û diyar kir ku şahiyek bê lidarxistin dê mudaxale bikin. Rêxistina HDP'ê dê têkildarî mijarê li avahiya HDP'ê ya Yunusemre daxuyaniyê bide çapemeniyê.