XERPÊT - 1'emîn rûniştina doza Rojmameger û Nûçegîhanê DÎHA Mehmet Guleş ê dema nûçe dişopad hat binçavkirin û hat girtin û 22 sal cezayê girtîgehê jê tê xwestin, hat dîtin. Heyeta dadgehê berdewama girtina Guleş da û serbest berneda.
Nûçegîhanê DÎHA ya bi KHK'ê hat girtin Mehmet Guleş ê bi hinceta nûçeyên çêkirine û hevdîtinên bi çavkaniyên nûçeyan re hat girtin û der barê wî de 20 sal cezayê girtîgehê tê xwestin, derket pêşberî dadgehê. Rojnameger Mehmet Guleş dema li Edliyeya Xarpêtê nûçe dişopand û ji aliyê polîsan ve bi îdîaya "der barê te de biryara lêgerînê heye" hat binçavkirin, di 7'ê Kanûna 2016'an de ji aliyê dadgehê ve hat girtin. Yekemîn Rûniştina Doza Guleş îro li 2'yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Xarpêtê hat dîtin. Di îdianameya hat amadekirin de, nûçeyên Guleş çêkirine, hevdîtinên wî yên bi çavkaniyên nûçeyan re û weşanên wî yên zindî yên TV'ya wek sûc hatin hesibandin. Bi îdiaya "Endamtî û propagandaya rêxistinê" der barê Guleş de heta 20 salî cezayê girtîgehê tê xwestin.
Guleş, parastin kir û diyar kir ku agahî û nûçeyên wî di malpera civakî de parvekirine agahiyên nûçeyan in û di çarçoveya xebatên rojnamegeriyê de parve kirine. Guleş, sucdariyên der barê xwe de red kir. . Guleş hemû tawanbariyên der barê xwe de red kir û anî ziman ku hemû axaftinên telefonê di çarçoveya xebatên nûçeyan de kirine.
Parêzerê Guleş Resul Tamur, jî anî ziman ku bi mutalaayê îddîaname hatiye berovajîkirin û xwest hukmê hevditina telefonan esas nayê girtin. Timûr anî ziman ku muwekilê wî rojnameger e û xebatên rojnamegeriyê berdewam dike. Tîmûr, anî ziman ku hemû axaftin û hewldanên wî li ser nûçeyan in û karê rojnamegeriyê dike.
Tîmûr bal kişand ser axaftina telefonê ya navbera Mehmet Guleş û Nûçegîhana DÎHA Meltem Oktay û wiha got:"Mehmet û Meltem bi hevre di DÎHA de rojnamegerî kirin. Hevditina ku wekî sûc hatiye dîtin skandal e. Meltem Oktay jî bi heman sedemê hat girtin û piştre hat berdan. Ji heman dozê beraet bû. Meltem rojnamegeriya herêma şer dikir. Muwekilê min tenê xwestiye li cihê Meltem rojnamegeriyê bike. Di îdîanameyê de wekî ku Meltem şer dike û Mehmet jî dixwaze li şûna we şer bike hatiye nişandan. Lê her du jî rojnameger in û karê rojnamegeriyê dikin."
Tîmûr, anî ziman ku DîHA tê îlegalekirin û wiha got: "DİHA ajansek zagonî ye û karê zagonî dike. Lê ev ajans wekî îlegal tê nîşandan û muvekkilê min jî wekî endamê rêxistinê tê pênasekirin. Ev ne rast e."
Tamur, bal kişand ser parvekirinan û da zanîn ku muwekîlê wî xwestiye ajansa xwe bide xuyakirin û ji ber vê yekê nûçeyê wê parve kirine. Parêzer îdîayên der barê Guleş de red kir û xwest Guleş taliye bibe.
Dozger xwest Guleş bi girtî bê darizandin. Piştî navberê heyetê der barê Guleş de biryara berdewama girtinê da û doz taloqî 3'ê Gulanê kir.