Li 6 girtîgehan 76 girtî di greva bêdem û bêdorveger de ye

ENQERE - ÎHD, TÎHV, OHP û Înîsiyatifa Piştevaniya bi Zindanan re daxuyaniya hevpar dan. Di daxuyaniyê de hat diyar kirin ku li 6 girtîgehên cuda 17 jê jin bi giştî 76 girtî di çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger dene. Saziyan bang li piştevaniyê kirin û ji rayedaran xwest daxwazên girtiyan bê bersivandin.

Komeleya Mafên Mirovan, (ÎHD), Vakfa Mafên Mirovan a Tirkiye (TÎHV), Înîsiyatifa Piştevaniya bi Zindanan re û Platforma Hiqûqnasên Azadîxwaz (OHP) bi armanca balê bikşînin ser rewşa çalakiyên li girtîgehan berdewam dike û li çareseriyê bigerin li Navenda Giştî ya ÎHD'ê civîna çapemeniyê pêk anîn. Di daxuyaniyê de endamê OHP Ozgur Erol, Hevserokê Giştî yê ÎHD'ê Ozturk Turkdogan, Nûnera Înîsiyatifa Bi Zindanan re, Havva Ozcan û Sekreterê Giştî yê TİHV'ê Metin Bakkalci amade bû.

76 GIRTÎ DI GREVA BIRÇÎBÛNÊ DE NE

Di civînê de Hevserokê Giştî yê ÎHD'ê Ozturk Turkdogan, anî ziman ku ji 15'ê Sibate heta niha li girtîgehan çalakiyên greva birçîbûnê berdewam dike û wiha û wiha got: Li Tîpa T2 û T3 ên Şakranê bi giştî 13 girtî 48 roj, li Girtîgeha Tipa T4 a Şakranê 8 girtî 34 roj, li Girtîgeha Jinan a Şakranê 5 girtî 41 roj, li Girtîgeha Jinan a Sîncanê 7 girtî, 40 roj, li Girtîgeha T-1 a Tekîrdagê 10 girtî 27 roj, li Girtîgeha Jinan a Tarsûsê 5 girtî 21 roj, li Girtîgeha Tîpa T4 7 girtî , 13 roj, li Girtîgeha Tîpa F a Boluyê 10 girtî 7 roj, li Tipa T a Girtîgeha Hatayê 11 girtî , 3 roj di çalakiya gireva birçîbûnê dene. Li 6 girtîgehên cuda 17 jê jin bi giştî 76 girtî di çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger dene. Turkdogan, anî ziman ku li girtîgehan zextên li ser girtiyan gelek zede ye û daxwazên wan daxwazên zagonî ne.

Turkdogan xwest daxwazên girtiyan ji aliyê Wezareta Dadê ve li ber çavan bê girtin û bi lezgîn gavên çareseriyê bên avêtin. Turkdogan, daxwazên xwe wiha rêz kir:

* Divê bi rêk û pêk girtiyên di çalakiyê de bên kontrolkirin. Divê ji aliyê hekîmên ku TTB wan diyar bike bên muayinekirin.
* Divê Wezareta Dadê ji bo daxwazên girtiyan bi lezgîn bi girtiyan re têkeve nava diyalogê û dawazên wan bibersivîne. Divê ji bo daxwazên wan bi wekîl, nûnerên saziyên sivil ên civakî û saziyên hiqûq û tenduristiyê re hevdîtinan bikin. Divê heyeta serbixwe ya ji saziyan pêk tê biçe bi girtiyan re hevditin bikin û li daxwazên wan guhdar bikin û çareser bikin.

* Divê bi lezgîn tecrîda li ser Abdullah Ocalan a li dijî zagon û pîvanên girtîgehan e bi dawî bibe û Ocalan karibe bi malbat û parêzerê xwe re hevdîtin bike.
Ya din jî divê sazî û cemawerî jî bi lezgîn ji bo daxwazên girtiyan têkevin nava liv û tevgerê.


48 ROJ ELERM E

Sekreterê Gişti yê TÎHV'ê Metin Bakkalci jî bal kişand ser rewşa girtiyan û anî ziman ku 48 roj ji bo çalakiya gireva birçîbûnê elarm e û xwest hemû sazîyên sivîl û parazvanên mafên mirovan hestiyar tev bigerin. Bakkalci, anî ziman ku di dîroka Tirkiye de mînak pir in û divê rêveberiya Tirkiye ji vê yekê şerm bike û wiha got: "Daxawzên girtiyan zagonî û mirovî ne. 35- 40 roj pir bi rîzk û talûke ne. 48 roj risk û elermê dide. Çareseriya pirsgirêkan pir hêsan e. Em hemû berpirsiyarê vê yekê ne. Herî zêde îktîdara siyasî berpirsiyarê vê yekê ye.

Nûnera Înîsiyatifa Piştevaniya Bi Zindanan re Havva Ozcan jî anî ziman ku girtiyan ji bo bêdengiya derve xera bikin dest bi çalakiyê kirin û xwet hêza derve têkeve nava tevgerê û bêdengiya xwe xera bike Ozcan xwest her kes dengê xwe bilind bikin û destûr nedin ji girtîgehan darbest derkevin."