Afîşên Yuksekdag li Colemêrgê hatin qedexekirin

COLEMÊRG - Afînên wêneyên Hevseroka Giştî ya HDP'ê Fîgen Yuksekdag ku "Na" li ser hatiye nivîsandin piştî li Rihayê hatin qedexekirin, niha jî li Colemêrgê hatin qedexekirin.

Astengiyên li pêş xebatên HDP’ê yên referandumê li hemû bajaran xwe dide der. Her çend îktîdar û serokomar bi devkî bêjin çawa "erê" rewa ye "Na" jî rewa ye astengiyên li pêş xebatên "Na" li her derê derdikevin holê. Bi taybetî herî zêde astengî û qedexe derdikevin pêşberî xebatên HDP'ê yê "Na" yê. Rêxistinên HDP'ê yên ku xebatên referandumê yên "Na" dimeşînin li her derê rastî astengî û qedexeyan tên. Lê ji bo AKP'ê hemû derfetên dewletê, polîs, leşker û alav û amûrên şaredarî û saziyên dewletê seferber dibin. Piştî li Rihayê afîş û pankartên ku wêneyên Hevseroka Giştî ya HDP'ê Fîgen Yuksekdag li ser heye û "Na" hatiye nivîsandin hat qedexekirin, niha jî li Colemêrgê wêne û afîşên Yuksekdag qedexe kirin. Li gel HDP'ê ji Lijneya Hilbijartinê ya Bajar destûr stend û afîş li 11 bîlbaordên cuda yên bajar zeliqandin jî dîsa polisan destûr neda. Piştî li Rihayê afîş ji aliyê 4'emîn Dadgeha Sulh Ceza ve hat qedexekirin, polîsên Colemêrgê jî heman biryar mînak nîşan da û destûr neda ku afîş bên zeliqandin.


Têkildarî afîşan der barê Hevserokê HDP'ê ya Navçeya Navendî ya Colemêrgê Asim Ozcan de lêpirsîn vekirin û xwestin biçe midûriyeta polîsan îfade bide.