COLEMÊRG -Cenazeyê Rojnameger û Edîtora Rojnameya Rojeva Medya Evin Bûldan li Geverê hat definkirin.
Rojnameger û Edîtora Rojnameya Rojeva Medya Evin Bûldan ku di 2'ê Nîsanê de qeyrana dil derbas kir û jiyana xwe ji dest da, li Geverê bi merasimekê hat definkirin. Malbat û hevalên Buldan cenazeyê Buldan piştî otopsiyê ji Morga Nexweşxaneya Dewletê ya Selahattin Eyyubî wergirtin û ji Amedê bi karwanekê hatin Navçeya Geverê ya Colemêrigê. Cenazeyê Buldan li Pira Şakîktayê bi konvoyek mezin hate pêşwazkirin. Konvoye piştî li vir cenaze pêşwazî kirin, ji bo definkirinê ketin reya Şehîdgeha Bajêrgehê. Karwan piştî gihişt goristanê, cenazeyê Bûldan danîn ser milan û birin goristanê. Malbat û hevalên Buldan cenazeyên Buldan di nava hêziran de defin kirin. Buldan piştî vecîbeyê olî bi duayan hat veşartin. Hevalên Buldan yên rojnameger, malbat û bi sedan welatî tevlî merasimê bûn. Apê Bûldan Îsmet Bûldan li ser navê malbatê axivî û spasî ji mevan û beşdaran re xwest. Buldan, banga tevlîbûna şînê ku sibê li mizgefta Ûbeyd a taxa Gongurê bê vekirin kir. Piştî cenaze hat defin kirin û axaftin hat kirin girse belav bû.